NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, li ser hesabê xwe yê medya civakî peyama pîrozbahiya Cejna Qurbanê weşand û cejn pîroz kir.
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrneyê girtiye, bi boneya Cejna Qurbanê li ser hesabê xwe yê medya civakî peyama pîrozbahiyê weşand.
Demîtaş cejn bi zimanên Kurmancî, Kirmançkî û Tirkî pîroz kir û ev peyam da: “Ez hêvîdarim ku di rojên xweş de Cejna Qurbanê bê pîrozkirin. Cejna we pîroz be. Roşanê şima bimbarek bo.”