AMED – Şewata ku duh li 5 gundên Licê derketibû, ji ber ku xebatên cemidandinê li wan nehatin kirin, careke din dest pê kir.
Li navçeya Licê ya Amedê, duh li gundê Derxust, Sisê, Cinezur, Cimar û Henyatê agir derketibû û îro serê sibehê hatibû kontrolkirin. Ji ber ku li her 5 gundan xebatên cemidandinê nehatibûn kirin, şewatê careke din dest pê kir.
Hat diyarkirin ku li gundên Henyat û Sîsê ji ber bayê şewat li herêmeke berfireh belav bûye.