ŞIRNEX – Xebatên ji bo Ramazan Yagbasan ê ji bo hinêkbûnê ketibû çemê Dîcleyê û winda bûbû, di roja 3’emîn de didomin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, xebatên ji bo Ramazan Yagbasan (65) ê ji bo hinêkbûnê, li qada Çemê Zeytîn a nêzî gundê Misûriyê, ketibû çemê Dîcleyê û winda bûbû, di roja 3’emîn de didomin. Xebatên lêgerînê ji aliyê binavger ên Şaredariya Cizîrê ve tên meşandin. Her wiha di hewayê de jî bi droneyan piştgiriya xebatê tê kirin.
Li aliyê din ji bo daxistina birha avê deriyên Bendava Ilisûyê hatin girtin.