Qeyûm mala şînê ya tune şewitand!

  • rojane
  • 10:43 29 Tîrmeh 2020
  • |
img
SÊRT – Şaredariya Sêrtê ku ji aliyê qeyûm ve tê bi rêvebirin, angaşt kir ku mala şînê ya daye Ocaxên Mengî dema bûyerên Kobanê yên di 6-8’ê cotmeha 2014’an de hatiye şewitandin. Lê derket holê ku wê demê avahiya mala şînê nehatiye lêkirin.
 
Qeyûmê Sêrtê, di civîneke meclisê ya şaredariyê de ku bi encûmanan re li dar xist, biryar da ku mala şînê ya li taxa Bahçelîevlerê bide Ocaxên Mengî. Ji ber ku dayina malî şîna ya Ocaxên Mengî di nav raya giştî de bû sedemên bertekên tund, qeyûm, derbarê mijarê de daxuyaniyeke ji rastiyê dûr da. 
 
ANGAŞTA YA HILWEŞANDINÊ 
 
Di daxuyaniyê de qeyûm dayîna mala şîne ya Ocaxên Mengî parast û angaşt kir ku avahiya mala şînê dema bûyerên Kobanê yên di 6-8’ê cotmeha 2014’an de hatiye şewitandin û piştî ku hatiye sererastkirin, di 13’ê cotmeha 2019’an de careke din hatiye vekirin. Lê berovajiyê angaşta qeyûm, derket holê ku dema van bûyeran avahiya mala şînê hê nehatiye lêkirin û cihê wê arazaiyekî vala bûye. Li ser bernameya Google Eart’ê jî dema ku bi agahiyên navnîşana “Taxa Bahçelîevler 1421.1 Kuçe, No:1” mala şînê tê nêrîn, cihê avahiya mala şînê vala xuya dike. 
 
LÊKIRINA WÊ 2016’AN DE DEST PÊ KIRIYE
 
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ku di Hilbijartinên Herêmî yên 2014’an de Şaredariya Sêrtê qezenc kir, li ser daxwaza gel di sala 1016’an de mala şînê ya mijara gotinê ye lê kiriye. Lê ji ber tayînkirina qeyûman mala şînê 2 salan nehat vekirin. Piştre di sala 2018’an de qeyûm mala şînê da Navenda Piştgiriya Malbatê (ADEM) ya girêdayî Walîtiya Sêrtê.
 
QEYÛMAN DAYE OCAXÊN MENGÎ
 
Di Hilbijartinên Herêmî yên 2019’an de piştî ku şaredarî ket destê HDP’ê, Ocaxên Mengî avahiya mala şînê ya betal temîr kirin û desteser kirin. Rêveberiya şaredariyê ya HDP’î, di 10 cotmeha 2019’an de bi biryara meclisa şaredariyê dayîna mala şînê betal kir û biryar da ku avahî careke din li şaredariyê bê vegerandin. Li gel biryarê jî avahî li şaredariyê nehat vegerandin. Bi tayînkirina qeyûm a cara duyemîn re, avahî careke din bi biryara meclisa şaredariyê ji Ocaxên Mengî re hat terxankirin. 
 
BAKIRHAN: MALA ŞÎNÊ NEHATIYE ŞEWITANDIN
 
Hevşaredarê demê yê Sêrtê Tûncer Bakirhan, derbarê mijarê de axivî û diyar kir ji ber ku avahî wê demê nehatiye lêkirin ne pêkane ku di sala 2014’an de bê şewitandin û ev tişt got: “Wê demê cihê mala şînê araziyekî vala yê şaredariyê bû. Dema 6-8’ê cotmehê tu maleke şînê jî nehat şewitandin. Daxuyaniya şewitandinê ya qeyûm nîşan dide ku çawa hewl didin bi derewan ser hin tiştan bixumînin. Wê demê me mala şînê tenê weke mala şînê ava nekir. Me hem weke mala şînê hem jî navenda çandê ava kir. Li ser daxwaza gel me wiha kir. Heta ji ber ku pereyê me tunebûn xêrxwazekî ku ne xwest navê xwe bide mala şînê ya mijara gotinê ye çêkir. Me yê jî weke mala şînê û navenda çandê dizayn bikira, lê nebû, lewre qeyûm hat tayînkirin û em hatin girtin.”
 
‘QEYÛM NE TENÊ XESPKIRINA VÎNÊ YE’
 
Bakirhan, destnîşan kir ku qeyûm ne tenê xespkirina vînê ye û nirxandinên xwe yên derbarê destserkirina mala şînê wiha domand: “Her tiştê ku me hilberand, talan kirin. Ya pêşkêşî xwe kirin ya pêşkêşî alîgirên kirin ya jî pêşkêşî hevalên xwe kirin. Çanda şînê di civaka kurd û ereb de tê wateya piştevaniyê. Tiştekî pîroz e. Terxankirina mala şînê ya ji bo saziyeke bîrdozî ku li Sêrtê tu bingeheke wê tuneye, heqarete ji bo pîroziya gelê Sêrtê ye. Sêrtî vê aşkera dibînin. Li taxa Bahçelîevlerê gelê kurd û ereb niştecih in. Terxankirina mala şînê ya ku van mirovan bi salan daxwaz kirin a ji bo hinekên din heqareta li gel e.”
 
IŞIK: EW DER MALÊ GEL E
 
Hevşaredara Sêrtê Berîvan Helen Işik ku di meha gulanê de qeyûm tayînî şûna wê hat kirin jî da zanîn ku beriya tayînkirina qeyûm bi biryara meclisê biryar dane ku mala şînê li wan bê vegerandin lê li wan nehatiye vegerandin û wiha got: “Ji ber ku avahî li şaredariyê nehat vegerandin, qeyûm sererastkirina qanûnî kiriye. Ew der nabe ya Ocaxên Mengî , lewre ew der a gel e. Me berê jî digot ew der a gel e û îro ya gel hatiye xespkirin. Qeyûm zihniyeta xwe ya talanê îro jî didomînin. Daxuyaniyeke din a vê yekê tuneye.” 
 
MA / Metîn Yoksû
 

Sernavên din

29/07/2020
16:01 Li Licê şewatê dîsa dest pê kir
15:29 ÎHD'a Wanê: Di 6 mehan de Hezar û 170 mafên mirovan binpê kirin
15:14 Li Meclîsê ‘çêr’ bi dengdayînê hat qebûlkirin
15:04 Hempîşeyên Unsal û Tîmtîk ji bo wan bang kirin
14:48 DÎSK-AR: Dewletê 11,6 mîlyar tl kêm da kesên teqawîd
14:45 Li Îmraliyê qedexeyên ragihandinê: AYM red kir parêzeran jî bir DMME’yê
13:36 Operasyona nelirêdiyê: Ligel Midûrê DEDAŞ'ê 5 kes girtin
13:02 Baroya Edeneyê: Daxwaza Medya Civakî li diji demokrasiyê ye
12:26 Bavê 5 zarokên wî girtî jiyana xwe ji dest da
11:50 Li Licê bi qasî 600 hektar qad şewitî
11:44 Li dijî qeyûmê Mêrdînê operasyona nelirêtiyê
10:55 Xebatên lêgerîna ji bo Yagbasan ê li çemê Dîcleyê winda bû didomin
10:43 Qeyûm mala şînê ya tune şewitand!
09:04 Ocalan: Feraseta îqtîdarê ya ol, feraseta olê bi maske ye
09:04 Soran Omer: Tişta ku AKP li bakur dike, PDK jî li vir pêk tîne
09:04 Ji ber şîna xwişka xwe hat sûcdarkirin!
09:04 Yaylali: Dewlet jinên kurd wek gefê dibîne
09:03 Kesên qurbanan difiroşin: Keda me tê xwarin
09:02 Welatî: Em nikarin cilên cejnê ji zarokên xwe re bikirin
09:02 Dayika çalakgerê greva birçîbûnê: Jiyana wan di talûkeyê de ye
09:02 Porspî bang li muxalefetê dikin: Bibin yek û tifaqa demokrasiyê ava bikin
09:01 ‘Goristana Kîlyosê ji komkujiyên Zîlan û Dersimê necudatir e’
09:01 Dayikên Aştiyê: Tecrîd dibe sedema rondikên çavên dayikan
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:50 Meclîsa Tirkiyeyê daxwaza Medya Civakî qebûl kir
28/07/2020
21:58 Jinên sosyalîst ên hatibûn binçavkirin hatin berdan
21:42 15 kes ji ber koronayê mirin
20:35 Payebilindên Şaredariya Mêrdînê ji ber nelirêtiyê hatin binçavkirin
20:01 Iraqê vîzeya ji bo welatiyên Tirkiyê rawestand
18:47 Li Mêrdînê jina ciwan a tê gotin întîhar kiriye mir
16:48 Bi çeka bavê xwe hewl da întîhar bike
16:26 ‘Rêveberiya Şewbê feraseta Qeyûm e'
16:26 Simîtfroşê nikarîbû biçe Enqereyê xwest întîhar bike
15:37 Kiliçdaroglu: Ez soza çareseriya pirsgirêka Kurd didim
15:35 Kesê ku doza ‘Heqareta li Serokkomar” lê hatibû vekirin jî kirine endamê AKP’ê
15:20 103 meh derbas bûn: Roboskî ezmûna dewlet û desthilatdariyê ye
15:19 Karkeran komkujiyên jinan şermezar kirin
15:00 Li Cizîrê feeliyetên werzîşê hatin rawestandin
15:00 ANYAKAY-DER: Tundiya zayendî êrîşa politik e
14:24 HDP wê derbarê endamkirinên ‘sexte’ yên AKP’ê de gilî bike
14:07 100 parêzeran xwest Feyzioglu baweriya xwe nû bike
13:58 Dersim Konak nehat berdan
13:46 Ji Kalin daxuyaniya Ayasofya û xîlafetê
13:34 Mensûr Işik 2 salan ji partiya xwe hat dûrxistin
13:24 Platforma Demokrasiyê: Peymana Îstanbul dide jiyandin
13:06 Dadgehê girtekên binçavkirina Temo xwestin
12:18 Bexçeyê qeyûm hişk bû
11:57 Li Mînbîcê êrîşa bi topê: 3 jê zarok 6 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn
11:55 Li Lîcê agir bi daristanê ket
11:54 Geliyê Sefo 77 salin xwîn diherike
11:43 Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê
11:42 Bi sendelya bi teker gehişt Dêrsimê
11:34 Walîtiya Dîlokê jî çalakiyan qedexe kir
10:52 Welatiyên ava wan hat birîn rê li trafîkê girtin
10:01 Ewlekariyê hemû çalakî û bername qedexe kirin
10:01 Dûrna: Pir zehmet e ku desthilat şîrketên medya civakî bike bin kontrola xwe
09:32 Prz. Eroglu: Tirkiye ji bo jinan welatekî talûke û bê ewle ye
09:28 Li Esenyûrtê şewat: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:05 Li Dersimê berteka ‘îhaleyê’: Dawiya nêçîrvaniyê bela ye jê vegerin
09:05 ‘Bêcezahiştin wêrekiyê dide faîlên tacîz û tecawizê'
09:04 Malnişîn: Mûçeyên me dihelin, em nikarin debara xwe bikin
09:04 ‘Divê polîtîkayên navenda wan zarok bin bên afirandin’
09:03 Li Mêrdînê pergala tenduristiyê têk çû
09:03 Banqa Ziraatê cotkaran xapandin!
09:02 Nîşeyên 40 hevdîtinên Ocalan di doznameya KCD’ê de ne
09:02 Girtiyê nexweş di hûcreya yek kesî de tê girtin
09:01 'Betalkirina Peymana Îstanbul ne karê aqilan e'
09:01 Parêzer Ûçar: Wan veguherî gora penaberan
09:01 Dîsa cejn hat û dîsa têcirên Wanê bi gazin in
09:00 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2020'AN
27/07/2020
21:16 Zilam keç û hevjîna xwe kuşt
19:51 Meclisa Ciwanan a HDP’ê bal kişand ser tecrîdê
19:14 Demîrtaş û Yuksekdag dîsa nehatin berhdan
19:03 Parêzerên di rojiya mirinê de sewqî ATK'ê kirin
15:52 ÎHD: 19 girtî mirin
15:45 Şewata li Hewêlê hat vemirandin
15:39 Zilamekî tayînî Midûriyeta Polîtîkayên Malbat û Jinan kirin
15:22 Jinan bersiv da dewletan
14:49 Dozgîn Temo sibê cara duyem derdikeve pêşberî dadger
14:33 Siyasetmedarên Norveçî banga piştevaniya HDP'ê kirin
14:27 ‘Jinên sosyalîst berdin’
13:44 Ûca ya HDP’î: Êzidiyê winda Abdo Killî li ku derê ye?
13:39 HDP'ê li diji daxwaza pêşnûma Medya Înternetê şerh danî
13:24 Ji bo dîtna cenazeyê welatiyê fetisî lêgerîn didome
13:02 Girtî û hikumxwar wê du caran hevdîtin pêk bînin
13:01 Nexweşê Covît-19'an ê li 5 bajaran cih nedît mir
12:31 TSK'ê di êrîşa hewayî de li Amediyê 2 sivîl kuştin
12:18 Bavê Pinar Gultekîn: Min qet ne difikirî ku ev bûyer bê serê min
12:08 Çiyayê Cûdî tê topbarankirin
11:27 Li 3 bajaran operasyona leşkerî dest pê kir
11:24 Li dijî bêhiquqûyê bi sendeliya bi teker dest bi meşa Dêrsimê kir
11:07 Du raporên cuda didin welatiyê êşkence lê hatiye kirin
10:28 Li Mêrsînê wesayîta leşkerî qulipî: 6 mirî hene
10:11 Ji Waliyê Rihayê parastina koronayê: Bajarekê hez ji hev dikin e
09:52 Prz. Dîlan Kunt: Vekişîna ji Peymana Îstanbul dê tundiyê zêde bike
09:01 Birîna daran a li Cûdî gihîşt berwarê bajar
09:01 Pêşî Wan pişt re Mêrdîn: 400 kesî kirin endamê AKP’ê
09:00 Ji amediyan şîroveya aboriyê: Moralê me sifir e
09:00 Testa wî negatîf derket lê ew kirin nav pêketiyên coronayê
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2020'AN