AMED - Li Taxa Kabê ya navçeya Sûrê ku 20 hezar nifûsa wê heye, heftiyeke pirsgirêka tunebûna avê dijîn. Welatiyên taxê yên serî li DÎSK’ê dan û tu encam negirtin, rê li trafîkê girtin.
Li Taxa Kabê ya navçeya Sûr a Amedê ku 20 hezar nifûsa wê heye, ev heftiyeke pirsgirêka birîna avê dijîn. Birîna avê rastî bertekên niştecihên taxê hat. Welatiyên ku hetiyekê li Midûriyeta Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyon a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DÎSKÎ) geriyan û tu encam bi dest nexistin, îro çalakî lidar xistin.
RÊYA BEJAHÎ LI TRAFÎKÊ GIRTIN
Piraniya jinên taxê bîdonên avê kirin destên xwe û rêbejahiya Kabê-Sûrê bi keviran li trafîkê girtin û xwestin ku pirsgirêka wan avê bê çareserkirin. Piştî jinan rê li trafîkê girtin, ekîbên polîsan hatin cihê bûyer û diyar kirin ku peywirdarên DÎSKÎ wê îro pirsgirêka ava wan çareser bike û ji welatiyan xwestin ku rê li trafîkê vekin.
Welatiyan piştî demekê çalakiya xwe bi dawî kirin û rê li trafîkê kirin. Niştecihên taxê, dan zanîn ku ger pirsgirêka wan avê neyê çareserkirin, ewê dîsa rê li trafîkê bigirin.
DÎSKÎ: EM Ê ÇARESER BIKIN
Derbarê mijarê de em bi telefonê li rayedarên DÎSKÎ geriyan û ji me re gotin ku ew ê pirsgirêkê çareser bikin û ava taxê berdin.