MÊRDÎN – Li çoltera gundê Şolbekir ê navçeya Nisêbînê, cenazeyek hat dîtin.
Li çoltera gundê Şolbekir ê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, cenazeyek hat dîtin. Cenaze ji aliyê şivanên ku li çolterê pez diçirandin ve hat dîtin. Li ser agahdarkirinê cendirme û komên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û cenaze rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Hat hînbûn ku cenaze yê Yilmaz Demîr (48) û bi guleyê hatiye kuştin. Pişre cenazeyê Demîr ji aliyê xizmên wî ve li gund hat veşartin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.