* Arzû Sert ku piştî meşa ji bo jinên qetilkirî li dar xistibûn hatibû binçavkirin, diyar kir ku di bin çavan de polisan tundî li wan kiriye û tacîzî wan kirine û got ku dê dev ji têkoşîna xwe ya “jiyan û jiyandinê” bernedin.
* Bi angaşta “endamtiya rêxistinê û li ser navê rêxistinê kirina sûc” doz li nexweşê şîzofrenê Firat Koç ku dema şermezarkirinên qeyûman ji aliyê polisan ve hatibû derpkirin, hat vekirin.
* Li Dîlokê 3 karkerên dema qedexeên derketina derve yên pêvajoya vîrûsa koronayê ji karê xwe hatin derxistin, 3 meh in bê kar in.
* Endama Baroya Wanêp parêzer Hulya Çelîk Sonmez diyar kir ku Peymana Stenbolê ji bo pêşîgirtina tundiyê kevirê domîno ye û heke peyman paş ve were kişandin dê tundî zêdetir bibe.
* Seroka Navenda Bûkanî ya Baroya Enqereyê Parêzer Feyza Çerçîoglû, diyar kir ku sedemên vekişîna desthilatê yên ji Peymana Stenbolê bêbingeh in û ev tişt got: “Peymana Stenbolê dide jiyandin.”
* Serokê Haber Sen’ê Mûsa Ozdemîr, diyar kir ku ji ber amûrên parastina ji vîrûsê daxwaz kirine karkerên PTT’ê hatine sirgûnkirin û ev tişt got: “Sirgûn sûcê mirovahiyê ye. Me her rêyî ceriband, lê ji bilî çûyîna Enqereyê tu rê li pêşiya me nema.”
* Nivîskar û dîroknas Erdogan Aydin, diyar kir ku Tirkiye Peymana Lozanê ji bo xwe wekî "Seneda Tapo" qebûl dike û ev peyman ji aliyê çîna serdest a Tirk ve hatiye binpêkirin. Aydin, anî ziman ku bedelê vê yekê jî Kurd û kesên ne misilman didin.
* Waliyên li herêmê, li şûna ronîkirin û hesapirsîna bûyerên îşkenceyê û memeleya xerab ku di demên dawîn de zêde bûne, ketine pêşbirka fîhilkirina wan. Endamê Komîsyona Têkoşîna Dijî Îşkence û Memeleya Xerab a ÎHD’ê Yakûp Guven, diyar kir ku bi wêneyên îşkenceyê yên tên serwîskirin tê xwestin ku civak bê tirsandin û walî îşkencekaran diparêzin û welatiyan didefînin.
* Serokê Berê yê Giştî yê ÎHD’ê Akin Bîrdal, diyar kir ku li Tirkiyeyê ji bo maf û azadiya mirovan divê muxalefeta xeteke hevpar a têkoşînê ava bike.
* Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, dê têkildarî geşedanên dawî li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)
* Navenda Giştî ya ÎHD'ê dê têkildarî salvegera 24'ê Tîrmeha 2015'an ku şer ji nûve dest pê kir, li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê "Rapora Binpêkirina Mafan a 3 mehan a Girtîgehên Herêma Marmara" bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve bike. (12.30)
* HDP, dê di çarçoveya “Hevdîtina Demokrasiyê" de Li qada Torenê ya Atakentê ya Kuçukçekmece ya Stenbolê civîna “Hevdîtina Ekolojiyê" li dar bixe. (18.00)