* Bi ser Peymana Lozanê re 97 sal derbas bû. Bi vê peymanê digotin Kurd û Tirk wek “goşt û neynûk in.” Lê vê peymanê aliyên cuda tune hesiband û bi feraseta yekperest a netew-dewlet re Komara Tirkiyê ya nû damezrandin. Bi vê şikestina dîrokî re krîza dewlet û demokrasiye her ku çu giran bû û heta van rojan hat û ji wê rojê ve Kurdistan çar parçe ye û kurd tune tên hesibandin.
* Li bajarê qedîm Heskîfê ku ketiye bin Bendava Ilisûyê ji ber avxwînê Qesra Biçûk a 900 salî bi hilweşandinê re rûbirû mabû. Vê carê jî betona li dora qesrê hatibû rijandin hilweşiya.
* Serokê Odeya Bijîşkan a Şirnexê Serdar Kûnî diyar kir ku li Şirnex û navçeyên wê Silopiya û Hezexê hejmara pêketiyên koronayê zêde bûne û niha li tevahiya Şirnexê hejmara pêketiyan hezar û 600 kes in û xwest xelk xwe biparêz e.
* Mehmet Karaaslan ê ku dayik û birayê wî ji aliyê Mahmût Karaaslan û kurên xwe yên cerdevan ve hatin kuştin diyar kir ku bavê wî ewilî giliyê wan kiriye û gotiye “Ev PKK’yî ne” û dû re ferman daye zirbirayên wî û êrişî wan kirine.
* Dayikên Şemiyê yên ku her hefte li aqûbeta zarok û xizmên wan di hatine windakirin were hînbûn û kujer werin darizandin çalakî li dar dixin. Dayikên Şemiyê xwe ji bo hefteya 800’î amade dikin. Daxwaz û têkoşîna 25 sal in a Dayikên Şemiyê ew e ku gorek wan hebe û edalet pêk were.
* Sekretera Giştî ya Baroya Îzmîrê û endama Navenda Mafê Jinan parêzer Perîhan Çagirişim Kayadelen betalkirina Yasaya Jimara 6284 û Peymana Stenbolê rexne kir û got: “Kiryar ji hev fêr dibin û bi aqilê hevpar tevger dikin.”
* Piştî ku teşvîqên dewletê da dibistanên taybet bi dawî bû bi topavêtin û jiyana hînkeriya milyonek 440 hezar û 577 xwendekar ket bin rîskê. Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê ya Amedê Sadrettîn Kaya got dibistanên xwedî sermaya biçûk neçarin werin girtin.
* Derhênara Belgefîlman Elîf Ergezen diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de karê kedkarên hunerê zehmet bûye û got: “Pêdiviya me ne bi asayîbûnê pêdiviya me bi azadiyê heye.”
* Yek ji gundên herî hesp lê hene gundê Wezê yê Qersê ye. Îbrahîm Ulbeyî yê gavaniya hespan dike got hem ew siwarek baş ê hespê ye û hem jî ji bo pir ji hespan hez dike vî karî dike.
* Danişîna doza Rojnameger Azîz Oruç ê li Girtîgeha Tîpa T a Patnosê 7 mehin girtî ye, dê li 2'emîn Dadgeha cezayên Giran a Agiriyê bê dîtin. (09:05)
* Danişîna doza bavê 3 zarokan Murat Kaya ku eskeran di 6'ê Kanûna 2019'an de li Gundê Mûşiyan bi ser mala wan de girt û li ber malê kuştin, dê sibê li Edliyeya Agiriyê bê dîtin. (10.30)
* Bernameya HDP'ê ya "Hevdîtinên Demokrasiyê" û bernayea TJA ya "Têkoşîna Jine li Her derê ye" didome.
* Partiyên komên wan li meclîsê dê civînên xwe li dar bixin.