ENQERE - Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca derbarê şewba vîrûsa koronayê de daxuyanî da û diyar kir ku îro 17 kesan jiyana xwe ji dest dan û 918 kes bi vîrûsê ketin.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, derbarê şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) de daxuyanî da û diyar kir ku îro 17 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 5 hezar û 475'an.
Koca, dest nîşan kir ku di nava 24 saetên de 918 kes bi vîrûsê ketin û bi giştî hejmara kesên bi vîrûsê ketin derket 218 hezar û 177'an.
Li gorî agahiyên Koca di hesabê xwe yê Twîtterê parvekir de, 1231 kes di beşa lezgîn de tên dermankrin û 394 kes jî, girêdayî cîhazê bêhn standinê ne.