ÊDIH - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn, bertek nîşanî qedexeya walîtiyê ya daxuyaniya çapemeniyê da û got: "Emê destûr nedin ku hûn tecawîzkaran fîhêl bikin."
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê, xwest li dijî Çawişê Pispor M.O. yê li navçeya Bişêriyê ya Êlihê tacîzî zaroka 17 salî Î.P. kir û Î.P xwest întîhar bike, li Parka Ataturkê daxuyanî bide çapemeniyê. Lê daxuyaniya HDP'ê ji aliyê walîtiyê ve hat qedexekirin. Parlamentera Amedê Remziye Tosûn û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Polîsan park kirin dorpêçê û destûr nedan ku daxuyanî bê dayîn. Tosûn bertek nîşanî qedexeya welatiyê da û diyar kir ku walîtî bi van qedexeyan, tecawîzkaran diparêze. Jinan jî li ser vê yekê dirûşmeya "Jin jiyan azadî" berz kirin û ber bi avahiya bajêr ve dest bi meşê kirin
‘EMÊ DESTÛRÊ NEDIN'
Girseya heya avahiya partiyê meşiya, di avahiyê daxuyanî da çapemeniyê. Tosûn di daxuyaniyê de axivî û wiha got: "Waliyê ku îro dibe astengê me bila karê xwe bike. Bila li hemberî van bûyerên tacîz û tecawizê berteka xwe nîşanbidin. Tacîzkar hatiye berdan. Ger ku şopdarê bûyerê ban wê ev yek ji pêkne hatiban. Em ê şopdarê bûyerê bin û em ê nehêlin bûyer bê veşartin. Em ê bi her awayî berteka xwe ya li hemberî tacîzê nîşa bidin. Jin wê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
Daxuyanî piştî axaftina Tosûn bi lêxistina çepikan û berzkirina dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.