DERSIM – Rêxistinên ciwanan li Dersimê xwest li dijî destdirêjî, tecawiz û îstîsmarên ku di demên dawî de zêde bûne bimeşin, lê polîsan mudaxileyî meşê kir û 3 kesan binçav kirin.
Rêxistinên Ciwanan ên Dersimê li Kuçeya Hunerê li dijî destdirêjî, tecawiz û îstîsmarên ku di demên dawî de zêde bûne daxuyanî da çapemeniyê. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dirûşm hatin berzkirin û dovîz hatin hildan.
Li ser navê ciwanan Evîn Demîr daxuyanî da û got ew ê hesabê destdirêjî, tecawiz û îstîsmarên tên kirin bipirsin û ew ê têkoşîna xwe li dijî zîhniyeta tecawizkar bidomînin.
Piştî meşê ciwanan xwest meşê li dar bixin. Lê belê polîsan mudaxileyî ciwanan kir û li ciwanan dan. Gelek kes ji ber gaza îsotê ji hişê xwe çûn. Polîsan di mudaxileyê de Mehmet Saglam, Yûsûf Akin û Omer Farûk Karahan binçav kirin.