NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Gursu ya Bûrsayê komek nijadperest êrîşî ciwanê 17 salî Hamza Acan ê Sûriyeyî kirin û bi lîncê kuştin.
Li navçeya Gurcu ya Bûrsayê komek nijadperest êrîşî ciwanê Sûriyeyê yê 17 salî Hemze Acan kirin û bi lincê kuştin. Dema koma nijadperest êrîşî jinek Sûriyeyî kirin, Hemze jî xwest jina Sûriyeyî biparêze û ji destê êrîşkaran rizgar bike. Li ser vê yekê komê êrîşî Hemze jî kirin û Hemze bi lîncê bi giranî birîndar kirin. Hat diyar kirin ku kesên nijadperest ên li bazarê bi keviran serê Hemze kişandin û bi giranî birîndar kirin. Dema Hemze rakirin nexweşxaneyê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Hemze 8 sal berê li gel malbata xwe ji Idlibê ji şer reviya bûû hatibû Tirkiyeyê. Hemze li Mudûriyeta Îdarî ya Koçberên Bajar a Walîtiya Bûrsayê xwedî statuya penaberan bû.