ENQERE – Parêzer û serokên baroyan ên li dijî pêşnûçeya “Pir baroyî” ya li Meclîsê tê nîqaşkirin di “Nobeta parastinê” dene şeva xwe li ser bank kaşûnkan derbas kirin.
Nîqaşên pêşnûmeya qanûna “Pir baroyî” ya di Lijneya Giştî ya Meclîsê de dewam dike. Çalakiya “nobeta parastinê” ya ji 50 serokên baroyan û parêzeran pêk tê jî di roja 2’yan de berdewam dike. Çalakiyan serokên baroyan li Parka Kugulu ya li ser Cadeya Tûnali Hîlmî pêk tê. Serokên baroyan ên di çalakiyê de ne, şeva xwe li ser bank û kaşûnka derbas kirin.
BI PAQIJIYÊ DEST BI ROJÊ KIRIN
Serokên baroyan di saetên serê sibê yên zûde rabûn û dest bi paqijiya parkê kirin.
PARÊZER TÊN ENQERÊ
Parêzerên bi armanca beşdarî nobeta parastinê bibin, ji Îzmîr û Stenbolê ketibûn rê gehiştin Enqerê.
Dorpêça polîsan a li dijî serokên baroyan, îro li gorî duh hat berfireh û zêdetir kirin. Polîsan bariyerên xwe 200 metre dûrî Parka Kugulu dirêjtir kirin.
Xebatkarên tên qadê û dixwazin nûçeyan bişopînin ji aliyê polîsan ve tên astengkirin. Polîs, pirsa “Karta tûrkûazê” ya xebatkarên çapemeniyê dikin û ger ev karta wan tunebe nagirin qadê.