Doza gorên komî birin AYM'ê

  • rojane
  • 09:17 8 Tîrmeh 2020
  • |
img

WAN - Gora komî ya 41 endamên PKK'î lê hatibûn definkirin 22 salin nayê vekirin. Malbatan ji bo gor bê vekirin û cenazeyê xwe bigirin dê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin. Malbat û Parêzerê malbata Hozan Hogir ji bo cenazeyê Hagir birin serî li AYM'ê da. 

 
Li gundê Kelehê ya girêdayî navçeya Şaxê ya Wanê di 23’ê cotmeha 1998’an de êrişa hewayî pêk hatibû. Di operasyonê de lêkolînera Alman Andrea Wolf û hunermendê kurd Hozan Hogir (Cazim Tatar) jî di nav de 3 jin 41 endamên PKK’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyê 41 PKK’iyan 22 sal in di gora komî de ye. Hêj cenazeyan radestî malbatên wan nakin. Li gorî agahiyên gundiyên derdorê dane malbatên hin cenazeyan serî li meqamên fermî dan. Lê tevî ewqas dem bi ser re derbas bû jî hemû serlêdan bêencam man. 
 
Malbata hunermend Hozan Hogir û parêzerê wan ji bo vekirina gora komî û testa DNA’yê bê kirin 3 caran serî li dozgeriyê dan. Lê ji ber encam negirtin vê carê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. Di her serlêdana malbatê de jî dozgeriyê ango dadgeriyê biryara “dozvenekirinê” da. Dozgeriya Komarê ya Şaxê dem bi dem got “ewlehiya herêmê nîne” û dem bi deman jî got “delîl têrê nakin” biryarên ku pey mijarê neyê ketin da. Malbata Hozan Hogir herî dawî di 2020’an de serî li dozgeriyê da û carek din dozgeriyê bi hêceta “delîl têrê nakin” û xwesteka malbatê red kir.  Li ser vê yekê parêzerê malbata Hozan Hogir, Tûran Ece serî li Serdozgeriya Komarê ya Wanê da û îtîrazî biryara dozgeriya Şaxê kir. Parêzer Ece bi daxwaznameyekê xwest ku gora komî vebibe û malbat bigihîjin cenazeyên zarokên xwe. Ece di serlêdana xwe de diyar kir ku biryarên ji bo gorê tên girtin li dijî pernsîbên qanûnî yên netewî û navnetewî ne. Ece got lêpirsînek bi aktîf nehatiye birêvebirin û xwest biryara “pey neketinê” were rakirin.
 
DADGEHÊ JÎ RED KIR 
 
Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Wanê biryara dozgeriyê di cih de dît û serlêdana îtîrazê ya parêzer red kir. Li ser vê yekê malbata Hogir û parêzerê malbata Hagir serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. 
 
ÎFADEYA ESKERAN BANDOR NEKIR
 
Parêzerên malbatê di serlêdanê de gotin: "Di hemû serlêdanan de dadgehê biryara bê şopandinê da. Ji ber ku darizandinek çalak û adîl nehatiye kirin em bawer dikin ku maf hatiye binpêkirin. Dozgeriyê di lêpirsîna 9 salan de tenê serî li îfadeya eskerên tev li operasyonê bû girt. Eskerên ku îfade dan gelekan diyar kirin ku tev li şer nebûne. Li gorî agahiyên fermandar daye, divê lêpirsîn bê kurkirin. Lê li gel vê yekê dozger lêpirsînek kûr nekiriye. Di belgeyên ku şandin AYM''ê û di navde îfadeyên eskeran hene gelek tiştan ronî dike. Dema Serdozgerê Şaxê îfadeya Fermandarê Tabûra Cendirmeyan a Wanê R. A., girt wiha gotibû. "... Ez wekî Fermandarê Tabûra Cendirmeyan a Wanê tev li operasyonê bûn. Şer heta serê sibê ewam kir. Serê sibê piştî hewa ronî bû, eskeran li zeviyê lêgerîn kirin. Li gorî bi bêtelên agahî dan, ez fêr bûm ku nêzî 40 teroristin hatibun kuştinç Li aliyê din min bihîst ku Hêzên Ewlehiyê ya Şirnexê ya li Başûrê me ye jî gotin 5 an jî 6 teroristin teslîm bûne. Min kesên teslîm bûn û hatin kuştin nedît...." 
 
Dîsa di îfadeya Fermandarê Cendirmeyan Astegmen H.G. jî wiha hatiye gotin: "Gelek dem di ser bûyerê re derbas bûye. Di serdema eskeriyê de, ez tev li gelek operasyonan bûm. Em wekî tîm çûn cihê bûyerê. Eskerên pêşeng ên li gel min di şer de bûn. Li jêra me şifektek hebû. Ji bo em teroristan bê tesîr bikin me bi çekên giran gule berda şikeftê. Me her tim banga teslîm bibin dikir. Lê disa teslîm nebûn. Dîsa gule berdan me. Piştî em gihiştin ber deriyê wê nêzî 3 4 terorîstên ku bê çek destê wan li ser serê wan dersetin derve. Tê bîra min ku yek jê jin bû. Lê nizanim ew jin biyanî bû ya na. Piştî 3-4 terorîst teslîm bûn, eskeran got êdî pêdivî bi we tune û hûn dikarin biçin. 
 
4-5 KES BI SAXÎ HATIN GIRTIN
 
Parêzerê dozê yê malbata Hozan Hogir Turan Ece ku serî li AYM'ê da; têkildarî serlêdanê wiha got: "Di îfadeyê 2 kesên bi rutbe yên der barê bûyerê de, aşkere diyar dikin ku di opeasyonê de 4-5 kes bi saxî teslîm bûne. Di girteka cihê bûyerê de jî tê gotin ku li qada ku tê gotin cenaze lê hene, 26 cerdevan şandine herêmê. Lê serî li îfadeya van cerdevanan nedane. Ev nîşan dide ku dozger der barê bûyerê de lêpirsînek çalak nemeşandiye. Disa dozger bi awayekî rêk û pêk nivîs ji Fermandariya Cendirmeyan a Şaxê re şandiye û xwestiye ku herêm ewle ye ya na. Lê eskeran her tim gotiye herêm ne ewle ye û lêpirsîn şolî hiştiye. Lê di îfadeyê eskeran de jî tê gotin ku bûyer 10 kîlometre li dûrî Şaxê pêk hatiye. 9 salan pet keşif nehatiye kirin. Ev ne li gorî aqil û hiş e. Dîsa îfadeya rêxistinên navneteweyî û Eren Keskîn û gundiyên ku gotin amade ne şahidiyê bikin nehatiye girtin. Divê dadgeh biryarek li gorî edaletê bide." 
 
DER BARÊ BÛYERÊ DE 
 
Li gundê Kelehê ya girêdayî navçeya Şaxê ya Wanê di 23’ê cotmeha 1998’an de êrişa hewayî pêk hatibû. Di operasyonê de lêkolînera Alman Andrea Wolf û hunermendê kurd Hozan Hogir (Cazim Tatar) jî di nav de 3 jin 41 endamên PKK’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyê 41 PKK’iyan 22 sal in di gora komî de ye. Hêj cenazeyan radestî malbatên wan nakin. Li gorî agahiyên gundiyên derdorê dane malbatên hin cenazeyan serî li meqamên fermî dan. Lê tevî ewqas dem bi ser re derbas bû jî hemû serlêdan bêencam man. 
 
MA / Adnan Bilen

Sernavên din

09/07/2020
09:10 Ji Ma Muzîkê projeyeke nû: Ji lorîkan ber bi senfoniyan rêwitiya newayan
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08/07/2020
20:13 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 282
16:11 Piştî mehekê kelemçeya di piyê Alinak de hat vekirin
16:06 Ji bo jinên ku wezaretê dagir kiribû daxwaza girtinê hat kirin
15:56 Keleka ku li Gola Wanê noqî avê bûbû di kûrahiya 107 metreyan de hat dîtin
15:36 HDP’ê bi protestoyê dest bi hevdîtinên teklîfa pir baroyan kir
14:48 Dema bidawîbûna çalakiya xwe ragihand hat binçavkirin
13:56 Beyî ku bibe qeyûm çû!
13:56 Girtiyan bi xwesteka bên dermankirin dest bi grevê kirin
13:08 Dayika Aştiyê Ozbek bi hêceta ‘gumana revê heye’ nehat berdan
12:43 Ozsoy: PKK ne li Sûriye û Iraqê li Enqereyê hat damezrandin
12:19 Ala tirk li ser deriyê mala wê xêz kirin
11:26 Ji bo danişîna ku sibê bê dîtin banga piştevaniyê kir
11:22 Li Rihayê 3 siyasetmedar hatin binçavkirin
11:15 5 ciwanên HDP’yî hatin girtin
11:14 Li Îzmîrê 5 kes hatin binçavkirin
10:58 Li Licê mayîn û topên hewanê yên neteqiyayî hatin dîtin
10:57 Aydin: Îqtîdar ji hêza baroyan ditirse
10:37 8 daîreyên Dadgeha Bilind tên girtin
10:24 Li Panosê Xeta Mor vebû
10:17 'Sitargeh û dewlet jinan naparêz in’
09:52 Kesek din ji ber teqînê hat girtin
09:20 'Em bi hev re pêşî li şewitandina pirêzeyan bigirin'
09:19 Kesa li şaredariya qeyûm 'îhaleya xeyalî' çêkiribû jî ji peywirê hat girtin
09:19 Dûrmûş: Di tazmînata kidemê de daxwazên îqtidar û sermayeyê li hev dertên
09:18 Serdaroglû: Heger pêşnûma berpêşî Meclîsê bê kirin wê bi milyonan karker bimeşin
09:17 Doza gorên komî birin AYM'ê
09:17 Yuce: Têkoşîna jinan ne di avahiyan de ye, li qadane
09:16 Di karê xwe yê 25 salan de bedêla keda xwe nagire
09:15 Patron cudakariya sendîkayan li karkeran dike
09:13 Evran: Bi destûra Amerîkayê êrişên li dijî Başûr hatine destpêkirin
09:11 Li Wanê heqê kîraya xaniyan 2300 TL derbas kir
09:00 ROJEVA 08'Ê TÎRMEHA 2020'AN
07:51 Di şewata daristanê de 6 kes mirin û 9 kes birîndar bûn
07/07/2020
20:02 19 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:01 Ferhat Ateş ê HPG’î li gundê xwe hat definkirin
16:52 Rojbîn Çetîn piştî îşkenceya 12 rojan girtin
15:11 Dozger bi daxwaza girtinê Rojbîn sewqî dadgehê kir
14:53 Şîraz Hemo: Rola jinan di şoreşê de sereke ye
14:49 Şeker ê HPG'î di gora bavê xwe de hat definkirin
14:24 Baroyan pêşnûmeya ‘Pir Baroyî' şermezar kirin
14:12 Jinên ku wezaretê dagir kirin daxwaza ‘ewlehiyê’ kirin
14:03 Dadgehê 8 sal û 9 meh ceza li Hevşaredarê Sûrê Ozdemîr birî
13:58 Haber Sen: Emê bimeşin Enqereyê
13:45 Çetîn a bi kuçikan îşkence lê hat kirin sewqî edliyê kirin
13:24 Ji 69 parlamenterên PE ji bo Tirkiyê hişyarî
13:12 HDK: Tecrîda li Îmraliyê bandora xwe li ser civakê dike
13:09 Yek ji sextekarekî zêrînger ê din hat girtin.
13:00 Sancar: Ji bo avakirina demokrasiyê em tên cem hev
11:39 Şaredariya Giyadinê dest bi avakirina Bazara Ked a Jinan kir
11:39 Akademîsyenên Aştiyê Fîncanci û Gursoy hatin beratkirin
11:14 Bavê Akhamûr ê li Pirsûsê hatibû qetilkirin jiyana xwe ji dest da
11:14 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
10:54 Waliyê Rihayê hemû çalakî û şahî xedexe kir
10:40 Dewletê nekarî jina ciwan Zeynep biparêze
10:18 Eskeran li bejayiya Omeriyanê dest bi operasyonê kirin
10:17 Vedat Aydin sembola wêrekiyê bû
10:16 Beriya ku pêşniyarqanûna baroyan bibe qanûn serlêdana baroyeke nû hat kirin
09:42 Li Sakaryayê 4 kes têkildarî teqînê hatin girtin
09:41 Di binçavan de zexta ‘An hez bike, yan jî terk bike'
09:13 'Ji bin peymanê rakirina îmzeyê tê wateya rewakirina şidetê'
09:13 Erdemol: Li Lîbyayê wê nehêlin Tirkiye bi tena serê xwe wê pasteyê bixwe
09:12 Bi Mala Tenûrê debara xwe dike
09:11 Koçerên li Zozanê Nebirnavê: Em fêrî vê jiyanê bûne
09:11 Navê Omedya li keça xwe ya ku pê re ket girtîgehê kir
09:00 ROJEVA 07'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:55 Welatiyê ku ji Stenbolê vegeriya malê hat binçavkirin
07:28 Li Tirkiyeyê kesên bi vîrûsê mirin gihişt 5 hezar û 241 kesan
06/07/2020
19:09 Hunermendan gora Dengbêj Seyîtxanê Boyaxcî ziyaret kir
16:45 Qeyûm bi îhaleyan bi milyonan TL îsraf kir
16:01 Hevserok, hevşaredar û endamên meclîsê yên HDP’ê hatin binçavkirin
15:56 Xebatên lêgerîna Gulîstan Dokû rawestandin
15:25 Ji jinan bernameya xwendina pirtûkan
15:22 Alîkariya Şaredariya HDP'ê dabû Amedspor Qeyûm paşve xwest
15:17 ‘Li herêma ku 10 hezar karker lê dixebitin bergiriyên vîrusa koronayê tunene’
14:55 ESU’yê bertek nîşanî operasyonên Tirkiyeyê da: 20 gundên Asûriyan vale bûn
14:49 Olûç: Hiqûqa Bûrhan Kûzû li Tirkiyê ferz dikin
14:40 ÎHD'ê rapora Girtîgeha Îskenderûnê aşkere kir
13:42 Li Êlihê rojê tenê 250 test tên kirin
13:39 Li dijî istismara zarokan kampanya ‘Qurdeleya Şîn’ hat destpêkirin
13:32 Rojbîn Çetîn 11 rojin di bin çavan de ye
13:22 Piştî 10 rojan biryara girtinê hat dayîn
13:18 18 rêxistinên mafên mirovan: Tirkiye li Bakur û Rojhilata Sûriyeyê sûcê komkujiya nîjadî dike
12:46 Di doza Tuncel de beraet: Dadger nikare bi xwendina niyetê tevbigere
12:43 Li Wanê şahî û çalakî carek din hatin qedexekirin!
12:11 Kujerê Karaman dîsa negirtin
Dayika Karaman: Hûn her roj me qetil dikin
12:07 Cenazeyên 2 karkerên agiriyî 4 roj in li Cezayîrê tên sekinandin
11:28 HDP di pêngava duyemîn de dest bi Hevdîtinên Demokrasiyê dike
11:02 21 salin heman polîtîka: Zarokên kurd ên terorîst!
10:40 Avê Arpê gel perçe kir lê dîrok û bîranînên wan perçe nekir
10:13 Bi mehan e qargoyan nadin girtiyên li Girtîgeha Patnosê
10:12 Cenazeyê paneberek din jî li Gola Wanê hat dîtin
10:07 Serokên Baroyan vegeriyan bajarên xwe: Her tişt nû dest pê dike
09:54 Hevserokê HDP’ê yê berê Alturk jiyan xwe ji dest da
09:06 'Hesreta me bûye dilopek av'
09:06 EGE TUHAY-DER: Girtiyên nexweş li ber mirinê ne
09:05 Xizmetkarên tenduristiyê dê serlêdana sûc bikin
09:04 Hatîmogullari: Dixwazin me bikin yek tîp
09:04 Qeyûm gelek AKP'î li ser 'Lazimî heye' xistin karê şaredariyê