Hevjîna Prof. Dr. Halûk Savaş: Ên piştgirî dan îqtidarê û bêdeng man jî berpirsiyar in

  • rojane
  • 09:10 5 Tîrmeh 2020
  • |
img
STENBOL – Ji akademîsyenên ku bi zilma KHK'ê re rû bi rû mabûn û jiyana xwe ji dest dabûn yek jê jî Prof. Dr. Halûk Savaş bû. Hevjîna wî Esen Savaş, anî ziman ku civak hatiye qirkirin û ji bo KHK'yan jî got: "Civak hat qirkirin. Helbet berpirsiyarê vê yekê îqtidar e. Lê ên piştgirî didin îqtidarê û li ber vê yekê ranebûn jî berpirssiyar in." 
 
Piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê Rewşaa Awarte hatibû îlankirin û di dema Rewşa Awarte de gelek biryarnameyên di hikmê qanûnan de (KHK) hatibûn derxistin û bi van biryarnameyan gelek kes hatibûn îxrackirin û her wiha bibûn sedema mirina gelek kesan. Yek ji van kesan jî Prof. Dr. Halûk Savaş bû. Savaş, gava hîndekarê Zanîngeha Dîlokê bû di sala 2016'an de bi KHK'ê hatibû îxrackirin, dû re hatibû girtin û li girtîgehê teşxîsa pençeşêrê lê hatibû danîn. Çendî ku Savaş ji doza ku pê dihat darizandin beraat kiribû jî, lê belê heya demeke dirêj qedexeya derketina derveyî welat danîbûn ber û ji ber vê nikaribû tedawî bibe. Piştî Savaş li ser medyaya civakî rewşa ku têde bû bi raya giştî re parve kiribû Walîtiya Edeneyê serlêdana Savaş a ji bo pasaportê qebûl kiribû. Lê belê ev biryar ji bo Savaş biryareke derengmayîbû ku di 30'yê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da. 
 
Hevjîna wî Doç. Dr. Esen Savaş, tiştên pê re rû bi rû mane vegot. 
 
‘CIVAK HAT QIRKIRIN' 
 
Esen, anî ziman ku hevjînê pir êşiyabû û bi vî awayî jiyana xwe ji dest dabû. Savaş, got: "Emeliyata mamoste Halûk bi derengî xistin. Piştî emeliyatê bi awayekî kelemçekirî ew xistin beşa awarte. Wexta nexweş bû cardin wî brin girtîgehê. Ez li derve bûm. Heya ji destê min dihat min kar û barê wî bilez dikir. Hevalên me, bijîşkên me yên ku ji îqtidarê neditrisiyan, bi lez û bez karê wî dikirin. Lê mirovên pir bêwijdan hebûn. PIştî îxrackirina bi KHK'ê hema bêje em bi mirineke sivîl re rû bi rû hatin hiştin. Me dît, mirovên ku em tim li cem hev bûn, me bi hev re vedixwar û dixwar tam 4 salan li hal û hewlaê me nepirsîn, ditirsiyan. Piştî KHK'yan streseke mezin li mirovan peyda bû. Çi maddî çi manewî. Mirov hebûn bera zarokên xwe didan. Mirov hebûn nan bi dest wan nediket. Di nav streseke wiha de tu bikî nekî wê nexweşîn çêbibin. Bi vî awayî civakê qir kirin. Helbet berpirsiyarê vê îqtidar e. Lê ên piştgirî dididn îqtidarê û li ber vê yekê ranebûn jî berpirssiyar in." 
 
‘KHK TENÊ NE AVÊTINA JI KAR BÛ!' 
 
Savaş, bibîr xist ku gelek kes beleheq ji kar hatin avêtin û hê jî doza hin mirovan didome. Savaş, diyar kir ku dozaa wan jî a der barê Bank Asya û xwendina zarokê wan a li dibistanên cemaetê bû. Savaş, bilêv kir ku ji bo perwerdehiyeke baş zarokê xwe şandine wan dibistana û got: "KHK,tenê ne avêtina ji kar bû. Piştî KHK, birçîbûn, tîbûn, bêçaretî, dîkekirin, bêpêwendîdûbn. Mirov mecbûr man dev ji mala xwe, bajarê xwe û welatê xwe berdin."
 
Savaş, anî ziman ku ji bo van tiştên qewimîne divê tenê îqtidar neyê sûcdarkirin û got: "Ê ku ev ziman bi kar anîn hemû sûcdar in. Îqtidar tenê sembolek bû. Ên bi milyonan piştgirî dan îqtidarê ev anîn serê me. Hê jî hin mirov bi mirineke sivîl re rû bi rû ne. Mamoste Halûk ji bo van mirovan têkoşiya." 
 
DI 2 SALAN DE 37 KHK 
 
Di du salên Rewşa Awarte de bi giştî 37 KHK hatin derxistin. Bi van KHK'yan re herî kêm 125 hezar û 678 peywirdarên cemaweriyê hatin îxrackirin, xwendekariya 270 kesî hat betalkirin, 2 hezar û 761 sazî û dezgeh hatin girtin, rutbeta 3 hezar û 213 personelî hat betalkirin, 204 sazî û dezgehên çapemeniyê hatin girtin. 
 
Her wiha li gorî daneyên ku Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû bi xwe parve kirin jî di vê pêvajoyê de pasaporta 234 hezar û 419 kesî hatiye betalkirin û tê gotin ev jî tê wateya ku derketina derveyî welat a zêdetirî 500 hezar kesî hatiye astengkirin. 
 
ÊN JIYANA XWE JI DEST DAN SALEK ŞÛNDE KARÊ WAN LI WAN HAT VEGERANDIN 
 
* Mamsote Aslan Dûman ku li Dibistana Seretayî ya Hurriyetê ya Wêranşara Rihayê mamsotetî dikir di 7'ê Sibata 2017'an de bi KHK'ê hatibû îxrackirin. Dûman, di 4'ê Nîsana 2019'an de li ser înşeatê jiyana xwe ji dest dabû. Piştî jiyana xwe ji dest da di 28'ê Sibata 2020'an îadeyî kar hat kirin. 
 
* Omer Farûk Aksoy, li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrsînê dixebitî. Di 1'ê Îlona 2016'an de bi KHK'ê hatibû îxrackirin. Piştî hat îxrackirin bi pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. Komîsyona Rewşa Awarte piştî mirina Aksoy di 26'ê Sibata 2019'an de ragihandibû ku Aksyo dikare vegere ser karê xwe. 
 
* Gokhan Açikkol, piştî hewldana darbeyê hatibû binçavkirin û 13 rojan di bin çavan de mabû. Mamosteyê dîrokê Açikkol ku li Lîseya Ataturkê ya Umraniyeyê mamsotetî dikir ji ber îşkenceya lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest dabû. Wezareta Perwerdehiyê jî di 7'ê Sibata 2018'an de teblîxat ji malbata Açikkol re şandibû ku dikare vegere ser karê xwe. 
 
* Mucahît Karataş ku li Nexweşxaneya Jina ya Amedê dişixulî, di sala 2016'an de bi KHK'ê hatibû îxrackirin. Piştî îxrackirinê nexweş ket û ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. Komîsyona Rewşa Awarte di Mijdara 2019'an de ragihandibû ku Karataş dikare vegere ser karê xwe. 
 
* Bulen Ûçar, Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî ya Meletiyê bû. Piştî hatibû îxrackirin ji bo kar serî li ÎŞKÛR'ê dabû, ji ber ku serlêdana wî hatibû betalkirin li ber ÎŞKÛR'ê qeyrana dil derbas kiribû û jiyana xwe ji dest dabû. Komîsyonê di 14'ê Cotmehê de ragihandibû Ûçar dikare vegere ser karê xwe. 
 
MA / Ferhat Çelîk
 
 

Sernavên din

06/07/2020
09:04 ‘Bi van êrîşan hewl didin statûya kurdan asteng bikin’
09:04 12 roj in çalakiya greva birçîbûnê ya Girtîgeha Rihayê didome
09:00 ROJEVA 06'Ê TÎRMEHA 2020'AN
07:31 Komîsyona Edaletê daxwaza pergala Pir-Baroyî qebûl kir
05/07/2020
22:24 3 kesên xwestin xwe hênik bikin xeniqîn
21:39 5 hezar û 225 welatî mirin
21:25 Rêxistinên ciwanan dê qurbaniyên Pirsûsê li Guvenparkê bibîr bînin
20:56 Dayika Gulistan dilorîne:
Nizanim Gulistana min çi kirin
Birîndar kirin
Weyla li minê weyla li minê weyla li minê lê biçûka minê
20:28 Jinan li dijî tundiyê dest bi kampanya ‘Em dikevin tevgerê' kirin
19:49 Rêxistinên civakî li dijî tecrîdê daketin qadê
18:41 Hêjmara kesên di teqîna fabrîqeya de mirin bû 6
17:00 Pêkhateyên Şengalê şandeya hikûmeta Iraqê ku Şengal ziyaret kir protesto kir
16:53 Careke din li Elbakê lehî rabû
16:37 Serokê Baroyan cubbe diyarî endamên komîsyonê kir
16:34 Dengbêj Seyîtxanê Boyaxçî spartin axê
15:53 SOHR: TSK'ê hêzeke din a mezin şand Idlibê
15:44 Rêveberiya Xweser tedbîrên nû li dijî Covît-19 girtin
15:12 Heywanên gundiyan ji bêavî mirin
15:11 Rêveberên TUM BEL-SEN'ê Îkram Mihyaz ê 26 sal berê hat kuştin bibîr anî
13:40 Di teqîna li Efrînê de kesek mir
13:38 Dengbêj Seyîtxanê Boyaxçî jiyana xwe ji dest da
13:20 'Em ê li Peymana Stenbolê xwedî derkevin'
12:00 2 karkerên bi karebayê ve zeliqîn mirin
11:48 Prz. Arin: Eger peymana Stenbolê betal bikin dê tundî zêde bibe
11:44 ‘Heya ku pêşnûme paşve bê kişandin em ê têbikoşin’
11:16 Li Girê Dûpişkê şer dijwar bû
10:37 Banga koronayê li Şirnexiyan kirin: Bergiriyên xwe bigirin
09:52 DÎSK: Li ser daxwaza patronan qerantîna rakirin
09:23 'Heger tazmînata kidemê dewrî fonê bê kirin ewilî dê jin ji kar bên derxistin'
09:22 Hem nexweşî zêde ye hem av tune
09:20 Dozger zaroka 13 salî kir endama rêxistinê û hewce bi doza kuştinê nedît
09:18 Parêzvanê mafê mirovan: Dadgehê li rezîltiya xwe mikur hat
09:15 Karker: Betalkirina tazmînata kidemê fermana mirina me ye
09:12 Dolmîşvan li ber şaredariya AKP'î di çalakiyê de ne
09:10 Hevjîna Prof. Dr. Halûk Savaş: Ên piştgirî dan îqtidarê û bêdeng man jî berpirsiyar in
09:08 Ozturk: Mudaxaleya KCD'ê êrîşa pêşeroja gelê Tirkiyeyê ye
09:06 26 salin li hestiyên bavê xwe digerin
09:04 Talankirina daristana li Çiyayê Cûdî didome
09:01 ‘Dixwazin ziyaretgeha Dizgun Bava hilweşînin’
09:00 Dadger biryara dozger betal kir û xwest lêpirsîn bidome
09:00 ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2020'AN
04/07/2020
21:12 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 206
17:09 Rojîn Çetîn dê 4 rojên din di bin çavan de bihêlin
16:53 Tevlîbûna 8'ê Adarê sûc hesibandin
16:49 Serokwekîlê Koma AKP’ê ji ber bertekan twîtta xwe jê bir
15:24 Girtiyê nexweş Siddik Guler berdin
15:09 Ji bo girtiyê nexweş Nûrûllah Bulbul daxwaza tedawiya lezgîn kirin
14:54 Girtiyê nexweş Yildirim ê bi ‘Covid-19’ ketiye serbest berdin
14:45 Yek ji kesên ku li Farqînê birîndar bûbûn jiyana xwe ji dest da
14:45 Girtiyên li Wanê binpêkirinên mafan parve kirin
14:22 Raportorên NY'ê înfaza Abdollahpour şermezar kir
14:15 Baca berhemên titûn û alkolê zêde bû
13:53 Dayikên Şemiyê pirsa faîlên Vedat Aydin kirin
13:10 Serokên Baroyan li pêş meclîsê çalakiyê li dar dixin
13:03 ‘Sedemê cînayeta Vedat Aydin dewlet e’
12:34 Zeyneb Celaliyan sirgûn kirin: Min birine zindana Kirman
12:16 Demîrtaş: Êdî ez jî te dişopînim
11:42 Rojnameya Evrenselê dîsa ceza kirin
11:19 Di fabrîqeya fîşekên hewayî de hêj 3 kes winda ne
10:06 Yuksel Genç: Mohr li çareseriya pirsgirêka Kurd xistin
09:55 Serokên baroyan bi peyama ‘têkoşîna me wê bidome’ dawî li Nobeta Parastinê anîn
09:18 Ji ber biryara firotina malên şaredariyê betal kirin der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:16 Kursên Navenda Çandê ya Biharê dest pê kirin
09:13 SES'a Manîsayê: Dibe ku zivistanê rewş xirabtir bibe
09:12 Dayika Bûlût ê di greva birçîbûnê de: Tenê daxwaza wan av e
09:11 Dozger lêpirsîna der barê polîsan de bi 'neşopandinê' bi dawî kir
09:10 Parêzera girtiyê nexweş Aktaş: Bi mirinê re rû bi rû hatiye hiştin
09:10 Xezna Nebî: Dê fikr û felsefeya Ocalan esas bigirin
09:08 Stranbêjên Amedê: Giştînameya wezaretê stranbêjan mexdûr dike
09:06 Welatiyên bi şewbê ketin, ew roj vegotin
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2020'AN
03/07/2020
22:31 Rojnamevan Sîbel Hurtaş hat berdan
20:02 19 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:29 Hejmara miriyên di teqîna fabrîkayê de derket 4’an
16:14 Polîsan bi tundî mudaxileyî serokên baroyan kir
15:47 Tuncel û Kişanak nehatin berdan
15:07 Polîsan hem ceza li rojnamegeran birî û hem jî rojnamegerek binçav kirin
14:51 6 sal û 3 meh ceza li siyasetmedar Hamît Geylanî hat birîn
14:32 Serokên Baroyan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:28 Nêzbûna Fransa û Almanyayê?
14:23 Polîsan li Licê 2 welatî binçav kirin
14:21 Doza Buyukada: Yek ji me bê cezakirin mafê me hemûyan tê binpêkirin
14:18 Rêxistinên tenduristiyê gazî hikumetê kirin
13:41 Berdevka HDP'ê Gunay: Operasyona KCD'ê kumpas e
13:11 Li Rihayê 2 kes hatin tahliyekirin
12:53 DFG: Hêj 97 rojnameger girtî ne
12:33 27 jin di meha Hezîranê de hatin qetilkirin
12:28 Di fabrîkaya fişekên hewayî de teqîn rû da
12:21 5 girtiyên din wê dest bi greva birçîbûnê bikin
12:02 Eskeran baxçe û genimê welatiyan şewitand
11:45 Serokwezîrê Fransayê îstifa kir
11:44 Polîsan dayîna çay û taştê ya ji bo serokên baroyan qedexe kir
11:38 Rojnameger di bin gefan de ne: Bi zorê winda dikin û îdam dikin
11:36 Keştiya di Gola Wanê noqî avê bû: Hejmara miriyan derket 7’an
11:21 Danişîna Leyla Aydemîr dest pê kir
10:45 Mehmet Ocalan û malbatên din serî li dozgeriyê dan
10:44 Nivîsa MHP'ê li ziyaretgeha Duzgun Baba nivîsandin
10:42 Tarik Ziya Ekîncî bang li parlamenterên HDP’ê kir
10:23 Leyla Guven ji Serokên Ewropayê re name şand
10:13 KCD çima ava bû? Çi kir? Çima kirin armanc?