Dayikên Şemiyê pirsa faîlên Vedat Aydin kirin

  • rojane
  • 13:53 4 Tîrmeh 2020
  • |
img

STENBOL - Dayikên Şemiyê, di çalakiya xwe ya heftiya 797’emîn de, pirsa faîlên siyasetmedarê kurd Vedat Aydin ê ji aliyê JÎTEM’ê ve hatibû revandin û kuştin kirin. Kurê Aydin Felat Aydin, diyar kir ku heya faîl bên dîtin ewê têkoşîna xwe dewam bikin. 

 
Dayikên Şemiyê, bi armanca winda bên dîtin û kujer bên darizandin, di hefteya 797'emîn de çalakiya xwe dewam kirin. Dayikên Şemiyê d çalakiya xwe vê heftê de, pirsa fîlên siyasetmedarê kurd Vedat Aydin ê ji aliyê JÎTEM’ê ve hatibû revandin û kuştin, kirin. Di çalakiya li ser medya civakî hat lidarxistin de, hat xwestin ku kujerên Aydin bên cezakirin.
 
TÊKOŞÎN WÊ DEWAM BIKE 
 
Kurê Aydin Felat Aydin, diyar kir ku kesên xwe weke polîsan dan nasandin, hatin bavê wî birin û wiha axivî: “Ev kes hatin mala me û gotin îfadeya bavê min heye. Bi vî awayî bavê min bi xwe re birin. Mixabin bavê min çû û carek din paşve ne vegeriya. Laşê bavê min ê hatibû îşkencekirin,piştî du rojan di 7’ê Tirmaha 1991’an de li kêleka rêyekê nêzî navçeya Maden a Erxeniyê hat dîtin. Bi sedam kes beşdarî merasîma cenazeyê wî bûn, lê polîan gule berdan mirovan û êrîşê gel kirin. Li ser vê bûyerê re 29 sal derbas bûn, lê heya niha ji bo ronîkirina bûyerê tu hewldanek tuneye. Ne kes hat girtin, ne kes hat darizandin û ne jî pergalê ev bûyer qebûl kir. Em jî dibêjin ku em şopdarê vê bûyerê ne. Ji bo ronîkirina vê bûyerê û bûyerên mîna wê, em ê têkoşîna xwe dewam bikim.” 
 
‘EM Ê ÇAWAN DEYNÊ XWE BIDIN’
 
Dûre ji parêzerên Aydin Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn axivî û wiha got: “Kekê Vedat di kongreya ÎHD’ê ya sala 1990’an de, tiştekê ku heya wê rojê kesekê cesaret ne kiribû kir. Bi kurdî axivî û dûre tavilê hat girtin. Ji mekê zêdetir di girtîgehê de ma. Piştre di doza lê hat vekirin de jî, bi kurdî axivî. Piştî vê têkoşîna wî qedexeya li ser kurdî rabû. Lê ew jî ji ber têkoşîna xwe, mîna hemû kesên din bû qûrbanê cînayetêk kontr gerilla û faîlên wî nehatin ceza kirin. Em ê hewl bidin ku deynê xwe bidin.”
 
‘DOSYEYÊN WINDAYAN BÊCEZA DIHÊLIN
 
Xwişka Rojnameger Metîn Goktepe yê dibin çavan de hat windakirin Meryem Goktepe jî, diyar kir ku hemû dosyeyên windayan bêceza tên hiştin.
 
Goktepe, bal kişand ser qetilkirina Vedat Aydin û wiha bilêv kir: “Bavê 3 zarokan ê 38 salî Vedat Aydin Serokê Kedê ya Gel (HEP) a Amedê bû. Di 5’ê Tîrmeha 1991’an de kesên xwe weke polîsan nîşandan hatin mala wî û binçav kirin. Parêzerê Aydin çawan tê girtin li Miduriyeta Polîsan dikere û pirsa wî dike. Lê ji wî re tê gotin ku Vedat Aydin ne li Midûriyetê ye. Piştî du rojan cenazeyê Aydin di 7’ê Tîrmehê de li ser rêya Maden a Erxeniyê hat dîtin. Cenazeyê Aydin di 10’ê Tîrmeha 1991 teslîmê malbatê hat kirin. Bi deh hezaran kes beşdarî merasima cenazeyê wî bûn. Weke ku kuştina wî ne bes bû polîsan gule li girseya merasîmê jî reşandin, bi dehan mirov kuştin û bi sedan mirov jî birîndar kirin. ”
 
ÎTÎRAFÊN ENDAMÊN JÎTEMÊ
 
Goktepe, bal kişan se îtîrafên endamên JÎTEM’ê û wiha got: “Endamê JÎTEM’ê Abdulkadîr Aygan û endamê JÎTEM’ê Mûrat Îpek, di daxuyanî û îfadeyên dan de, diyar kirin ku agahiya Fermandarê JÎTEM’ê Cem Ersever û Fermendarê Alaya Amedê Îsmet Yediyildiz ji kuştina Vedat Aydin hebû. Lê vê yekê jî faîlên Aydin nehatin girtin û dariznadin. 29 sal bi ser bûyerê re derbas bûn lê hîna jî heqîqet nehatiye bi cih anîn.” 
 
Goktepe bang li rayedarên siyasî-edlî kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Êdî dawî li înkar û bêceza hiştina dosyeya Vedat Aydin bînin. Demildest hiqûqê bi cih bînin. Faîl û berpirsiyaran ceza bikin. Em ji bo Vedat Aydin û hemû windahiyên xwe daxwaza edaletê dikin. Emê tu carî dest ji vê daxwaza xwe bernedin.”
 
 

Sernavên din

06/07/2020
09:04 ‘Bi van êrîşan hewl didin statûya kurdan asteng bikin’
09:04 12 roj in çalakiya greva birçîbûnê ya Girtîgeha Rihayê didome
09:00 ROJEVA 06'Ê TÎRMEHA 2020'AN
07:31 Komîsyona Edaletê daxwaza pergala Pir-Baroyî qebûl kir
05/07/2020
22:24 3 kesên xwestin xwe hênik bikin xeniqîn
21:39 5 hezar û 225 welatî mirin
21:25 Rêxistinên ciwanan dê qurbaniyên Pirsûsê li Guvenparkê bibîr bînin
20:56 Dayika Gulistan dilorîne:
Nizanim Gulistana min çi kirin
Birîndar kirin
Weyla li minê weyla li minê weyla li minê lê biçûka minê
20:28 Jinan li dijî tundiyê dest bi kampanya ‘Em dikevin tevgerê' kirin
19:49 Rêxistinên civakî li dijî tecrîdê daketin qadê
18:41 Hêjmara kesên di teqîna fabrîqeya de mirin bû 6
17:00 Pêkhateyên Şengalê şandeya hikûmeta Iraqê ku Şengal ziyaret kir protesto kir
16:53 Careke din li Elbakê lehî rabû
16:37 Serokê Baroyan cubbe diyarî endamên komîsyonê kir
16:34 Dengbêj Seyîtxanê Boyaxçî spartin axê
15:53 SOHR: TSK'ê hêzeke din a mezin şand Idlibê
15:44 Rêveberiya Xweser tedbîrên nû li dijî Covît-19 girtin
15:12 Heywanên gundiyan ji bêavî mirin
15:11 Rêveberên TUM BEL-SEN'ê Îkram Mihyaz ê 26 sal berê hat kuştin bibîr anî
13:40 Di teqîna li Efrînê de kesek mir
13:38 Dengbêj Seyîtxanê Boyaxçî jiyana xwe ji dest da
13:20 'Em ê li Peymana Stenbolê xwedî derkevin'
12:00 2 karkerên bi karebayê ve zeliqîn mirin
11:48 Prz. Arin: Eger peymana Stenbolê betal bikin dê tundî zêde bibe
11:44 ‘Heya ku pêşnûme paşve bê kişandin em ê têbikoşin’
11:16 Li Girê Dûpişkê şer dijwar bû
10:37 Banga koronayê li Şirnexiyan kirin: Bergiriyên xwe bigirin
09:52 DÎSK: Li ser daxwaza patronan qerantîna rakirin
09:23 'Heger tazmînata kidemê dewrî fonê bê kirin ewilî dê jin ji kar bên derxistin'
09:22 Hem nexweşî zêde ye hem av tune
09:20 Dozger zaroka 13 salî kir endama rêxistinê û hewce bi doza kuştinê nedît
09:18 Parêzvanê mafê mirovan: Dadgehê li rezîltiya xwe mikur hat
09:15 Karker: Betalkirina tazmînata kidemê fermana mirina me ye
09:12 Dolmîşvan li ber şaredariya AKP'î di çalakiyê de ne
09:10 Hevjîna Prof. Dr. Halûk Savaş: Ên piştgirî dan îqtidarê û bêdeng man jî berpirsiyar in
09:08 Ozturk: Mudaxaleya KCD'ê êrîşa pêşeroja gelê Tirkiyeyê ye
09:06 26 salin li hestiyên bavê xwe digerin
09:04 Talankirina daristana li Çiyayê Cûdî didome
09:01 ‘Dixwazin ziyaretgeha Dizgun Bava hilweşînin’
09:00 Dadger biryara dozger betal kir û xwest lêpirsîn bidome
09:00 ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2020'AN
04/07/2020
21:12 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 206
17:09 Rojîn Çetîn dê 4 rojên din di bin çavan de bihêlin
16:53 Tevlîbûna 8'ê Adarê sûc hesibandin
16:49 Serokwekîlê Koma AKP’ê ji ber bertekan twîtta xwe jê bir
15:24 Girtiyê nexweş Siddik Guler berdin
15:09 Ji bo girtiyê nexweş Nûrûllah Bulbul daxwaza tedawiya lezgîn kirin
14:54 Girtiyê nexweş Yildirim ê bi ‘Covid-19’ ketiye serbest berdin
14:45 Yek ji kesên ku li Farqînê birîndar bûbûn jiyana xwe ji dest da
14:45 Girtiyên li Wanê binpêkirinên mafan parve kirin
14:22 Raportorên NY'ê înfaza Abdollahpour şermezar kir
14:15 Baca berhemên titûn û alkolê zêde bû
13:53 Dayikên Şemiyê pirsa faîlên Vedat Aydin kirin
13:10 Serokên Baroyan li pêş meclîsê çalakiyê li dar dixin
13:03 ‘Sedemê cînayeta Vedat Aydin dewlet e’
12:34 Zeyneb Celaliyan sirgûn kirin: Min birine zindana Kirman
12:16 Demîrtaş: Êdî ez jî te dişopînim
11:42 Rojnameya Evrenselê dîsa ceza kirin
11:19 Di fabrîqeya fîşekên hewayî de hêj 3 kes winda ne
10:06 Yuksel Genç: Mohr li çareseriya pirsgirêka Kurd xistin
09:55 Serokên baroyan bi peyama ‘têkoşîna me wê bidome’ dawî li Nobeta Parastinê anîn
09:18 Ji ber biryara firotina malên şaredariyê betal kirin der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:16 Kursên Navenda Çandê ya Biharê dest pê kirin
09:13 SES'a Manîsayê: Dibe ku zivistanê rewş xirabtir bibe
09:12 Dayika Bûlût ê di greva birçîbûnê de: Tenê daxwaza wan av e
09:11 Dozger lêpirsîna der barê polîsan de bi 'neşopandinê' bi dawî kir
09:10 Parêzera girtiyê nexweş Aktaş: Bi mirinê re rû bi rû hatiye hiştin
09:10 Xezna Nebî: Dê fikr û felsefeya Ocalan esas bigirin
09:08 Stranbêjên Amedê: Giştînameya wezaretê stranbêjan mexdûr dike
09:06 Welatiyên bi şewbê ketin, ew roj vegotin
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2020'AN
03/07/2020
22:31 Rojnamevan Sîbel Hurtaş hat berdan
20:02 19 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:29 Hejmara miriyên di teqîna fabrîkayê de derket 4’an
16:14 Polîsan bi tundî mudaxileyî serokên baroyan kir
15:47 Tuncel û Kişanak nehatin berdan
15:07 Polîsan hem ceza li rojnamegeran birî û hem jî rojnamegerek binçav kirin
14:51 6 sal û 3 meh ceza li siyasetmedar Hamît Geylanî hat birîn
14:32 Serokên Baroyan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:28 Nêzbûna Fransa û Almanyayê?
14:23 Polîsan li Licê 2 welatî binçav kirin
14:21 Doza Buyukada: Yek ji me bê cezakirin mafê me hemûyan tê binpêkirin
14:18 Rêxistinên tenduristiyê gazî hikumetê kirin
13:41 Berdevka HDP'ê Gunay: Operasyona KCD'ê kumpas e
13:11 Li Rihayê 2 kes hatin tahliyekirin
12:53 DFG: Hêj 97 rojnameger girtî ne
12:33 27 jin di meha Hezîranê de hatin qetilkirin
12:28 Di fabrîkaya fişekên hewayî de teqîn rû da
12:21 5 girtiyên din wê dest bi greva birçîbûnê bikin
12:02 Eskeran baxçe û genimê welatiyan şewitand
11:45 Serokwezîrê Fransayê îstifa kir
11:44 Polîsan dayîna çay û taştê ya ji bo serokên baroyan qedexe kir
11:38 Rojnameger di bin gefan de ne: Bi zorê winda dikin û îdam dikin
11:36 Keştiya di Gola Wanê noqî avê bû: Hejmara miriyan derket 7’an
11:21 Danişîna Leyla Aydemîr dest pê kir
10:45 Mehmet Ocalan û malbatên din serî li dozgeriyê dan
10:44 Nivîsa MHP'ê li ziyaretgeha Duzgun Baba nivîsandin
10:42 Tarik Ziya Ekîncî bang li parlamenterên HDP’ê kir
10:23 Leyla Guven ji Serokên Ewropayê re name şand
10:13 KCD çima ava bû? Çi kir? Çima kirin armanc?