Berdevka HDP'ê Gunay: Operasyona KCD'ê kumpas e

  • rojane
  • 13:41 3 Tîrmeh 2020
  • |
img
ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, operasyona li dijî KCD'ê û siyasetmedarên kurd rexne kir û anî ziman ku operasyona li dijî KCD'ê kumpas e û wiha got: "FETO'yiyan dosyayên KCK'ê wekî kumpasê girtin dest. Niha AKP jî bi heman rêbazê dixwaze KCD'ê bike kumpas. 
 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, li Navenda Giştî ya HDP'ê têkildarî geşedanên dawî civîna çapemeniyê li dar xist. Gunay ewil 33 kesên di komkujiya Sêwasê de û 57 kesên di komkujiya Çorumê de hatin qetilkirin bibîr anî û wiha got: "Heta ku bi van komkujiyên li ser vê axê pêş ketin re neyên rûqayî hev, mixabin pêşeroja demokratîk a civakan nayê avakirin." 
 
Gunay, ewil operasyona li dijî KCD'ê rexne kir û wiha got: "Ev operasoynên kumpasê yên kriminalizekirinê ne. KCD ji bo pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin ava bû. 13 salin vê têkoşîna ji bo aştî u demokrasiyê dide. KCD hemû komxebat, kongre û konferansên xwe aşkere kirine. Dixwazin KCD'ê bikin qurbanê konsepta nifrînê. KCD'ê hemû kongre û xebatên xwe aşkere kirin. FETO dosyayên KCK'ê wekî kumpas bikar anîn. Niha  jî AKP dixwaze dosyayên KCD'ê wekî kumpas bikar bîne. Em hişyar dikin ku yên dixwazin di ser KCD'ê re li ser Kurda kumpasê ava bikin bila dest ji van biryarên siyasî berdin. Yên îşkenceyê li jinan dikin, yên îşkenceyê diparêzin, bawer bikin tu carî sûcê xwe ji bîr nakin. Tê teqes rojekê hesabê vê yekê bidin. Ji ber vê yekê bi lez dawî li van pêkanînan bînin."
 
'EM JIN DÊ BIRYARÊ BIDIN
 
Gunay, anî ziman ku destûr nadin li dijî KCD'ê û TJA’yê kumpasê pêş bixin. Gunay li ser gotinên  Serokkomarê Tirk  Recep Tayyîp ku Peymana Stenbolê kiribû hedefa xwe got, ''Ji bo jinan çi  rast e çi şaş e em jin em ê biryarê bidin, hûn mêr nikarin biryarê bidin. Li gorî keyfa we rêxistin nabin fermî û dijfermî. Bi gotina ‘Em hatin xapandin' jî nabe. Dijberî vê yekê hûn her tim dixapîne. Hûn derewan dikin. Hûn mêr nikarin biryarê bidin. Bi hedefgirtina Stenbolê, dijminantiya jinan e. Ev gotin teşwîkkirina tundiya li dijî jinê ye. Ji ber ku tenê wateyek vê peymanê heye. Ew jî dawîlêanîna tundiya mêr e. Parastina mafê jinan e. Parastina wekheviya jin û mêr e. 
 
DIXWAZIN BAROYÊN ALÎGIR MEZIN BIKIN
 
Li ser teklîfa AKP-MHP'ê ya derbarê guherandina baroyan jî Gunay got: "Bi çavtirsandîkirina parêzerên muxalîf, bi krîmînalîzekirina wan, bi deqkirina wan a bi rengê xayin, terorîst, bi rêbazên ku nehêlin bibin endamên baroyan, em dizabin ku desthilat wê baroyên alîgir mezin bike.''
 
Gunay her wiha li ser zexta li ser medyaya sosyal a AKP-MHP'ê jî got armanca wan ew e ku nehêlin dengên muxalîf were bihîstin û nikaribin helwesta xwe li ser medyaya civakî aşkere bikin.
 
BERTEK NÎŞANÎ CEZAYÊN TV Û GIRTÎGEHAN DA
 
Gunay, cezaye ku RTUK'ê li Tele 1 û Halk TV'ê birîne jî rexne kir û wiha berdewam kir: "RTUK dengê xwe ji qanalên alîgirên AKP'ê yên ku bangên qetlîaman dike re nake. Lê qanalên ku îqtîdarê rexne dike bê wîcdan ceza dike. RTUK edî ne saziyek serbixwe ye. 
 
Guna, herî dawî bal kişand ser rewşa penaberên ku li Wanê û wiha bi dawî kir: "Wekî hûn dizanin penaberên ji Afganistan, Pakistan, Somalî, îran, Bangladeş û wehatên din tên û diçin Ewropa di Wanê re derbas dibin. Ji bo van penaberan tedbîr nayên girtin. Ev şerma mirovahiyê ye. Penaberên li Wanê jî wekî penaberên Sûriyeyê li dijî Ewropa wekî şandajê bikar tînin. Em dixwazin li dijî qaçakvaniya penaberan tedbîr ben girtin. Kengê we tedbir girtin wê demê hûn dikarin hindik be jî berpirsiyariya xwe pêk bînin. 
 

Sernavên din

06/07/2020
09:04 ‘Bi van êrîşan hewl didin statûya kurdan asteng bikin’
09:04 12 roj in çalakiya greva birçîbûnê ya Girtîgeha Rihayê didome
09:00 ROJEVA 06'Ê TÎRMEHA 2020'AN
07:31 Komîsyona Edaletê daxwaza pergala Pir-Baroyî qebûl kir
05/07/2020
22:24 3 kesên xwestin xwe hênik bikin xeniqîn
21:39 5 hezar û 225 welatî mirin
21:25 Rêxistinên ciwanan dê qurbaniyên Pirsûsê li Guvenparkê bibîr bînin
20:56 Dayika Gulistan dilorîne:
Nizanim Gulistana min çi kirin
Birîndar kirin
Weyla li minê weyla li minê weyla li minê lê biçûka minê
20:28 Jinan li dijî tundiyê dest bi kampanya ‘Em dikevin tevgerê' kirin
19:49 Rêxistinên civakî li dijî tecrîdê daketin qadê
18:41 Hêjmara kesên di teqîna fabrîqeya de mirin bû 6
17:00 Pêkhateyên Şengalê şandeya hikûmeta Iraqê ku Şengal ziyaret kir protesto kir
16:53 Careke din li Elbakê lehî rabû
16:37 Serokê Baroyan cubbe diyarî endamên komîsyonê kir
16:34 Dengbêj Seyîtxanê Boyaxçî spartin axê
15:53 SOHR: TSK'ê hêzeke din a mezin şand Idlibê
15:44 Rêveberiya Xweser tedbîrên nû li dijî Covît-19 girtin
15:12 Heywanên gundiyan ji bêavî mirin
15:11 Rêveberên TUM BEL-SEN'ê Îkram Mihyaz ê 26 sal berê hat kuştin bibîr anî
13:40 Di teqîna li Efrînê de kesek mir
13:38 Dengbêj Seyîtxanê Boyaxçî jiyana xwe ji dest da
13:20 'Em ê li Peymana Stenbolê xwedî derkevin'
12:00 2 karkerên bi karebayê ve zeliqîn mirin
11:48 Prz. Arin: Eger peymana Stenbolê betal bikin dê tundî zêde bibe
11:44 ‘Heya ku pêşnûme paşve bê kişandin em ê têbikoşin’
11:16 Li Girê Dûpişkê şer dijwar bû
10:37 Banga koronayê li Şirnexiyan kirin: Bergiriyên xwe bigirin
09:52 DÎSK: Li ser daxwaza patronan qerantîna rakirin
09:23 'Heger tazmînata kidemê dewrî fonê bê kirin ewilî dê jin ji kar bên derxistin'
09:22 Hem nexweşî zêde ye hem av tune
09:20 Dozger zaroka 13 salî kir endama rêxistinê û hewce bi doza kuştinê nedît
09:18 Parêzvanê mafê mirovan: Dadgehê li rezîltiya xwe mikur hat
09:15 Karker: Betalkirina tazmînata kidemê fermana mirina me ye
09:12 Dolmîşvan li ber şaredariya AKP'î di çalakiyê de ne
09:10 Hevjîna Prof. Dr. Halûk Savaş: Ên piştgirî dan îqtidarê û bêdeng man jî berpirsiyar in
09:08 Ozturk: Mudaxaleya KCD'ê êrîşa pêşeroja gelê Tirkiyeyê ye
09:06 26 salin li hestiyên bavê xwe digerin
09:04 Talankirina daristana li Çiyayê Cûdî didome
09:01 ‘Dixwazin ziyaretgeha Dizgun Bava hilweşînin’
09:00 Dadger biryara dozger betal kir û xwest lêpirsîn bidome
09:00 ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2020'AN
04/07/2020
21:12 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 206
17:09 Rojîn Çetîn dê 4 rojên din di bin çavan de bihêlin
16:53 Tevlîbûna 8'ê Adarê sûc hesibandin
16:49 Serokwekîlê Koma AKP’ê ji ber bertekan twîtta xwe jê bir
15:24 Girtiyê nexweş Siddik Guler berdin
15:09 Ji bo girtiyê nexweş Nûrûllah Bulbul daxwaza tedawiya lezgîn kirin
14:54 Girtiyê nexweş Yildirim ê bi ‘Covid-19’ ketiye serbest berdin
14:45 Yek ji kesên ku li Farqînê birîndar bûbûn jiyana xwe ji dest da
14:45 Girtiyên li Wanê binpêkirinên mafan parve kirin
14:22 Raportorên NY'ê înfaza Abdollahpour şermezar kir
14:15 Baca berhemên titûn û alkolê zêde bû
13:53 Dayikên Şemiyê pirsa faîlên Vedat Aydin kirin
13:10 Serokên Baroyan li pêş meclîsê çalakiyê li dar dixin
13:03 ‘Sedemê cînayeta Vedat Aydin dewlet e’
12:34 Zeyneb Celaliyan sirgûn kirin: Min birine zindana Kirman
12:16 Demîrtaş: Êdî ez jî te dişopînim
11:42 Rojnameya Evrenselê dîsa ceza kirin
11:19 Di fabrîqeya fîşekên hewayî de hêj 3 kes winda ne
10:06 Yuksel Genç: Mohr li çareseriya pirsgirêka Kurd xistin
09:55 Serokên baroyan bi peyama ‘têkoşîna me wê bidome’ dawî li Nobeta Parastinê anîn
09:18 Ji ber biryara firotina malên şaredariyê betal kirin der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:16 Kursên Navenda Çandê ya Biharê dest pê kirin
09:13 SES'a Manîsayê: Dibe ku zivistanê rewş xirabtir bibe
09:12 Dayika Bûlût ê di greva birçîbûnê de: Tenê daxwaza wan av e
09:11 Dozger lêpirsîna der barê polîsan de bi 'neşopandinê' bi dawî kir
09:10 Parêzera girtiyê nexweş Aktaş: Bi mirinê re rû bi rû hatiye hiştin
09:10 Xezna Nebî: Dê fikr û felsefeya Ocalan esas bigirin
09:08 Stranbêjên Amedê: Giştînameya wezaretê stranbêjan mexdûr dike
09:06 Welatiyên bi şewbê ketin, ew roj vegotin
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2020'AN
03/07/2020
22:31 Rojnamevan Sîbel Hurtaş hat berdan
20:02 19 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:29 Hejmara miriyên di teqîna fabrîkayê de derket 4’an
16:14 Polîsan bi tundî mudaxileyî serokên baroyan kir
15:47 Tuncel û Kişanak nehatin berdan
15:07 Polîsan hem ceza li rojnamegeran birî û hem jî rojnamegerek binçav kirin
14:51 6 sal û 3 meh ceza li siyasetmedar Hamît Geylanî hat birîn
14:32 Serokên Baroyan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:28 Nêzbûna Fransa û Almanyayê?
14:23 Polîsan li Licê 2 welatî binçav kirin
14:21 Doza Buyukada: Yek ji me bê cezakirin mafê me hemûyan tê binpêkirin
14:18 Rêxistinên tenduristiyê gazî hikumetê kirin
13:41 Berdevka HDP'ê Gunay: Operasyona KCD'ê kumpas e
13:11 Li Rihayê 2 kes hatin tahliyekirin
12:53 DFG: Hêj 97 rojnameger girtî ne
12:33 27 jin di meha Hezîranê de hatin qetilkirin
12:28 Di fabrîkaya fişekên hewayî de teqîn rû da
12:21 5 girtiyên din wê dest bi greva birçîbûnê bikin
12:02 Eskeran baxçe û genimê welatiyan şewitand
11:45 Serokwezîrê Fransayê îstifa kir
11:44 Polîsan dayîna çay û taştê ya ji bo serokên baroyan qedexe kir
11:38 Rojnameger di bin gefan de ne: Bi zorê winda dikin û îdam dikin
11:36 Keştiya di Gola Wanê noqî avê bû: Hejmara miriyan derket 7’an
11:21 Danişîna Leyla Aydemîr dest pê kir
10:45 Mehmet Ocalan û malbatên din serî li dozgeriyê dan
10:44 Nivîsa MHP'ê li ziyaretgeha Duzgun Baba nivîsandin
10:42 Tarik Ziya Ekîncî bang li parlamenterên HDP’ê kir
10:23 Leyla Guven ji Serokên Ewropayê re name şand
10:13 KCD çima ava bû? Çi kir? Çima kirin armanc?