Bi hezaran şêniyên Kobanê li Barageha Rûsyayê Tirkiye şermezar kir

  • rojane
  • 00:38 27 Hezîran 2020
  • |
img
 
KOBANÊ/MEXMÛR - Bi hezaran şêniyên Herêma Firatê di pêşengiya Meclisa Malbatên Şehîdan de, bi armanca şermezarkirina qetilkirina 3 jinên Kobanî yên li gundê Helîncê bi SÎHA yên Tirkiyeyê hatin kuştin, li ber baregeha eskerî ya Rûsya ya li gundê Îzaa ya rojavayê Kobanê çalakî li dar xistin û Tirkiye şermezar kirin. Li Mexmûrê jî bi sedan welatî kom bûn û êrîşên Tirkiye şermezar kirin. 
 
Bi hezaran welatiyên Herêma Firatê bi armanca êrîşa Tirkiye ku bi SÎHA 3 jinên Kurd ên Kobanî li Gundê Helîncê qetil kirin, kîlometreyekî dûrî baregeha Rûsya kom bûn û pankartên "Bêdengiya wê tê wateya hevkeriya we bi dewleta Tirk re di pêkanîna komkujiya gundê Helîncê", wêneyê 3 jinên li Gundê Helîncê hatin kuştin û wêneyê kesên di 25'ê Hezîranê 2015'an li Kobanê jiyana xwe ji dest dan hildan. Şêniyên bi diruşmeyan helwesta Tirkiyeyê şermezar kir û meşiyan baregeha Rûsyayê. Şandeyek ji 5 kesan derbasî baregehê bûn û dosyayek radestî berpirsên baregehê kirin. Di dosya de sûcên Tirkiyeyê yên li dijî sivîlên Kobanê, komkujiya 25'ê Hezîrana 2015 û komkujiya 23'ê Hezîranê ya li gundê Helîncê parve kir. Şandeyê qederê saet û nîvekî bi berpirsên baregehê re hevdîtin kirin û dosya radestî wan kirin û ji wan xwest ku li hemberî van komkujiyan helwesta xwe diyar bike.
 
Şandeyê diyar kir ku fermandarê polîsên leşkerî yê Rûsyayê diyar kir ku hebûna wan a li herêmê ji bo pêkanîna aştiyê û parastina sivîlan û gotin dê nameyê radestî aliyên têkildarî bikin. Fermandarê Rûsî her wiha soz da ku wê derbasê vê komkujiyê de lêpirsînê vekirin û nehêlin ku mîna vê komkujiyê pêk were.
 
Çalakgeran çalakî bi dirûşmeyên ku girêdana xwe bi kesên jiyana xwe ji dest dane re tine ziman û şermezarkirina Tirkiyeyê bi dawî kir. 
 
MEXMÛR
 
Şêniyên Wargeha Mexmûr êrîşên Tirkiyeyê yên li ser tevahî Kurdistanê şermezar kirin. Mexmûriyan dan zanîn ku armanca êrîşan jiholêrakirina pergala xweseriya demokratîk e. Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya (Mexmûr) êrîşên li ser tevahî çar parçeyên Kurdistanê şermezar kirin.
Bi sedan welatiyên li Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn, poster û wêneyên kesên li Şêladiz û her sê jinên şoreşger ên li Kobanê ku hatin qetilkirin rakirin. Beriya daxuyaniyê ji bo tevahî kesên di têkoşîna azadiya Kurdan de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girtin. Piştî rêzgirtinê ciwan Nêçîrvan Bulut daxuyanî xwend. 
 
Neçîrvan Bulut wiha got: “Di van demên dawî de dewleta faşist a Tirk rojane bi şêweyek hovane êrîşî nirx û destkeftiyên gelê Kurd dike. Bêyî ferq û ciyewazî bixe nav, bi hinceta êrîşa li dijî Têkoşîna Azadiyê li Başûrê Kurdistan êrîşî cih û warên sivîlan û li Rojavayê Kurdistanê jî êrîşî nûnerên gel ên hilbijartî dike. Bi van êrîşan dewleta hov û bê exlaq ya Tirk dijminahiya xwe ya li beramberê Kurdê azad û Kurdên welatperwer radixe ber çavan. Êrîşên dewleta Tirkiye pir vekirî hebûna Kurdên azad, îradeya  gel ya serbixwe û nirxên têkoşîna azadiyê dike armanc û bi van pêkanînên xwe, dijminahiya xwe ya li beramberê gelê Kurd bi eşkere diyar dike. Armanc û niyeta dewleta xwinmij ya Tirk û hevalbendên wan gav bi gav li Kurdistanê peşxistina dagirkeriyê û şikandina îradeya gel a azad e. Ev êrîş encama siyaseta qirker û polîtîkaya tunekirina gelê Kurd a dewleta faşîst a Tirk e.”
 
Bulut kesên li Şêladiz, Kunemasî û yên Kobanê hatin kuştin bibir anîn û wiha lê zêde kir: “Weke gelê Mexmûr di serî de em ciwanên welatparêz ên herêma Şêladiz a Serhildêr Deman Omer, Newzad Mustafa, Azad Mehdî, Muxlis Adem, Emîn Salih Hesen  endama Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel, endama Meclîsa Jinan a Kobanê Hebûn Mele Xelîl û dayika bi navê Emîne Weysî ya Kobaniya sembola berxwedan û qehremaniya têkoşîna jina azad, her wiha Şehîdên Kunemasî bi rêzdarî bi bîr tînîn û bejna xwe li beramberê wan ditewînin. Em ji bo malbatên wan ên welatperwer û Gelê têkoşêr yê Kurdistanê sersaxî dixwazîn û jibo birîndarên kû di nava wan de  jin û zarok ji hene selametî û şîfa dixwazîn. Wê serhildêrî û berxwedêriya wan bi serbikeve û wê dijminên faşîst ên gelê Kurd di nava xwîna wan pakrewanan de bê henase bîmînin. Êrîşa li dijî ciwanên qehreman ên herêma Şêladizê bi zanebûn hatiye kirin û bi van êrîşan tê armanckirin, ew rihê serhildêr û berxwedêr yê herêmê were fetisandin û ji holê were rakirin. Bi heman rengî hedef girtina rêveberiya xweser ya herêma Firatê li Kobanî berdewamkirina zihniyeta Daişê ya li Kobanî têkçûyîye. Her wiha êrîşa li herêma Silêmanî li devara Şarbajêr li ser gundên Kurdperwer, êrîşa li ser rihê welatperwer û xwedî sekin ê gelê herêmê ye. Weke gelê wargeha Mexmûr em van êrişên dij mirovî û dijî tevayî zagonên navneteweyî şermezar dikin.”
 
Bulut, xwest gelê Kurd li dijî van êrîşan serî hilde û wiha bi dawî kir: "Ger gelê Kurd serî hilnede wê her tim bi qirkirin û qetlîaman re rû bi rû bimînin. Divê gelê Kurd bizane ev êrîş li ser îradeya wan a azad û destkeftên wan yên bi nirxin, ji bo vê divê serî de Başûrê Kurdistan tevayî gelê Kurd bi rihê gelê Şêladizê û bi giyanê Kobaniya berxwedêr serî hildin, li beramberê dagirkeriyê ji dijminên gelê Kurd û hêzên Kurd yên hevkarên wan re bêjin êdî bese. Ger gelê Kurd bêdeng bimîne û li erk û berpirsyariyên xwe xwedî dernekeve, wê ev êrîş berdewam bibin, wê gelek can ji dest werin dayîn û wê Kurdistan bi giştî were dagirkirin. Jibo Kurd mafên xwe yên rewa û nirxên xwe bi parêzin, pêwîste li beramberê îxaneta navxweyî rawestin û li dijî êrîşan qada navneteweyî bixin tevgerê. Weke gelê Welatparêz ê êş kişayî û bi xwe her roj rastî êrîşan tê, em dubare şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr tînîn, êrîşên dagirkeran şermezar dikin, helwest û berxwedana gelê xwe silav dikin. Her wiha banga li erk û berpirsyariyên xwe xwedîderketinê li hêzên berpirsyar, hêzên navneteweyî, saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî dikin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmên, ‘Bijî têkoşîna gelê Kurd ê berxwedêr, bijî yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd, bimire îxanet, şehîd namirin’ bi dawî bû.
 

Sernavên din

28/06/2020
09:05 Girtina Oyûnlû ji civakê re peyameke
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2020'AN
27/06/2020
20:32 Tabloya Kovîd-19: 17 kesan jiyana xwe ji dest dan
20:18 Li Reqayê çalakiya konvedanê hat lidarxistin
16:59 Polîsan gefa kuştinê li Çetîn xwar û îşkence lê kirin!
16:56 Kujerê Alî Uygur pirsîn
16:15 HDP: 3 paralementerê me bi vîrûsa koronayê ketine
15:04 ÎHD: Girtiyê nexweş Încî serbest berdin
14:43 Li Girtîgeha Rihayê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger di roja 4’an de ye
14:38 Siyasetmedarê kurd Haydar Tekîn koça dawî kir
14:31 HDK: Bi kîlîtkirina deriyan nikarin rêxistina civakê asteng bikin
14:27 Polîsan îşkence li Rojbîn Çetîn kir
14:10 Parêzeran ji bo DNA’ya hestî û malbatan li hev were serlêdan kirin
14:04 ATV’ê nûçeya derveyî sînor wiha pêşkêş kir!
13:51 Dayikên Şemiyê: 6 kes 27 sal berê li qereqolê winda bûn
13:22 Çemê Cincevat ji ber bendavê ziwa bû
13:10 25 sal berê binçav kirin û winda kirin
13:06 Serokê PSAKD’ê: Em kesek bin jî hezar kes bin jî em ê bimeşin
12:37 Înîsiyatifa azadiya girtiyan: Girtiyê nexweş Ozdemir berdin
12:11 Careke din Akman û Karakaya yên di rojiya mirinê de birin kogûşên wan
11:54 Sedema binçavklirina rojnameger Kara nayê zanîn
11:37 Bertekên li dijî mohrkirina KCD'ê: Dijhiqûqiyê bi dawî bikin
11:30 Mexdûrên erdhejê: Em hewceyî nanekî bûne
10:52 Neviyê Şêx Seîd: 3 tiştên dewletê hene; Îmha înkar û derew
10:13 2 milyon û 437 hezar xwendekar dikevin ezmûnên zanîngehê
10:04 Serokê Baroya Wanê Uçar: Tişta anîn serê me wêneyê zilma Tirkiyê ye
10:01 Li Lîbyayê wê Rûsya û Fransa bi hev re bixebitin
09:56 Di teqîna kargeheke tekstîlê de kesek mir û 10 kes jî birîndar bûn
09:08 Aborî xera dibe deyn zêde dibin
09:08 Delîl jê birin
09:07 Serokatiya Meclîsê pêşniyazpirsa der barê qeyûman de red kir
09:06 Berhemên dîrokî bê xwedî ne
09:05 ‘Delîlên lêpirsîna Gulîstan Dokû reşkirin'
09:02 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2020'AN
00:38 Bi hezaran şêniyên Kobanê li Barageha Rûsyayê Tirkiye şermezar kir
00:11 7 karkerên çandiniyê li Konyayê bûn qurbana qezayê
26/06/2020
23:23 Endama TJA'yê Rojbîn Çetîn hat binçavkirin
19:58 Rojnamevan Ayşe Kara hat binçavkirin
19:43 Di 24 saetên dawî d hezar û 396 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
17:10 Deriyê KCD’ê mohr kirin
17:06 Guven: KCD kongreya gel e, hûn nikarin dilê gel mohr bikin
16:56 Li Cizîrê hat xwestin ku îşkence were sekinandin
15:56 Îranê kolberek kuşt
15:48 Hejmara binçavkiriyan derket 42 kesan
15:43 Li Rihayê serdegirtina KCD’ê hat şermezarkirin
15:15 Mentik: Tirkiye Hewler dagir kir dixwaze Silêmanî jî dagir bike
15:06 Serokkomarê Iraqê xwest Tirkiye êrîşên xwe rawestîne
15:00 KNK: Rejîma Îranê girtî Hîdayet Abdulapûr darve kir
14:38 Aydenîz banga hişyariya koronayê li xelkê Cizîrê kir
14:08 Malbatan ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:08 'Rojê 135 deqîqeyan avê didin girtiyan
13:30 ÎHD û TÎHV: Dewlet îşkenceya sîstematîk dike
13:14 Gunay: Operasyona li dijî KCD'ê dijminantiya Kurdan e
12:53 TJA'yê bertek nîşanî serdegirtin û binçavkirinan da
12:47 Leyla Guven: Em ê serî netewînin
12:31 YNK'ê bang li Iraqê kir ku li dijî êrîşên Tirkiyeyê derkeve
12:02 Li Libyayê çi dibe?
11:27 Esker li Çoltara Pilûrê derketin operasyonê: Şer derket
11:09 Rojnameger Çelîk û Keser: Em ê nivîsandinê bidomînin
11:05 Îfadeyên leşkeran hevalên wan ên peywirê girtin e
10:57 Dozger şandina cenaze ya bi PTT'ê asayî dît
10:18 Hevşaredar Zirig: Yên ceza kirin niha ji doza FETO girtî ne
10:17 Rojnamegerê hevpeyvîna wî hat sansûrkirin: Ne bi ‘terorê’ re bi kurdan re têdikoşin
10:06 Li Xerpêtê gundek kirin karantînayê
09:58 ‘Parastin winda bike dê hemû civak winda bike'
09:25 Şaredarê tayinkirî yê Rezanê du qat zêdetirî budçeyê pere xerc kiriye
09:13 'Kurd dikarin bi sê hevokan jî yekîtiya xwe pêk bînin...'
09:13 Piştî UNESCO rapor xwest, wezaret jî dixwaze pêkanînên li Sûrê li mewzûatê bîne
09:12 Ji ber HES'an dar hew fêkiyan jî digirin
09:11 Da dû xeyala xwe ya zarokatiyê û bi ser ket
09:10 ‘Dibe ku ji ber ezmûna vîrûs berbelavtir bibe'
09:10 25 sal in li hestiyê kurê xwe digere: Nediyarî mirovan qehr dike
09:09 Meclîsa Îştarê: Divê her kes berpirsiyariyê bidin ser xwe
09:00 ROJEVA 26'E HEZÎRANA 2020'AN
08:40 Di serdegirtina KCD û malan de gelek kes hatin binçavkirin
08:16 Gundiyan şewata li Cûdî vemirandin
25/06/2020
21:48 Hevşaredarên Awîskê girtin
21:06 Hezar û 458 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
20:46 Şengalî û Silêmaniyan kuştina 3 jinên li Kobanê şermezar kirin
20:15 Teyareyan li Silêmaniyê seyranegeh bombe kir: 3 welatî jiyana xwe ji dest dan
17:30 'Erdogan daye ser şopa Hîtler'
17:17 Bersûcê îstismarê negirtin
16:28 Balafirên şer Bradost bombebaran kirin
16:02 Beştaş: Qeyûman projeyên şaredariyên HDP'ê betal kirin
15:43 Rojnamegerê ku karîkaturê Tahîr Elçî parve kiribû ceza kirin
15:27 ‘Ez ê dev ji xwesteka edaletê bernedim’
15:26 Li Rihayê 5 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
15:11 Xebatkarên tenduristiyê: Êdî bila canek din nemire
14:46 Di erdheja Wanê de gelek avahî û axuran xesar dît
14:30 3 jinên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn
14:29 AYM’ê serlêdana Guven û Farisogûllari red kir
14:21 Oluç: AKP dixwaze baro ji îqtîdarê re îteat bikin
13:51 Mezlûm Ebdî li gel Hevserokê YNK'ê hevdîtin pêk anî
13:48 Li Enqerê 452 xebatkarê tenduristiyê bi vîrûsê ketin
13:44 Serava Wanê bi hêza 5.4 pêlan hejiya
13:32 Doza Redhackê hat dîtin: Qedexeya derveyî welat nehat rakirin
13:31 Li Heftanînê gelek leşker birîndar bûn
13:31 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Em bi tu awayî agahî ji birêz Ocalan nagirin
13:23 Odeya Bîşkan a Amedê: Wezareta Tenduristiyê rastiyê nîşan nade
13:17 'Li Tirkiye mirov têne revandin'