Rojnameger Çelîk û Keser: Em ê nivîsandinê bidomînin

  • rojane
  • 11:09 26 Hezîran 2020
  • |
img

STENBOL – Ferhat Çelîk û Aydin Keser ên rojnameger ku du roj berê hatin berdan diyar kirin ku ew ji ber polîtîkaya weşangeriya xwe hatine girtin û ew ê her nivîsandinê bidomînin. 

Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Yenî Yaşamê Ferhat Çelîk û Midûrê Karên Nivîsan a Yenî Yaşamê Aydin Keser ku ji doza nûçeya endamê MÎT’ê yê li Lîbyayê dihatin darizandin û du roj berê hatin berdan ji ajansa me re axivîn. 
 
‘BERIYA ME ERDOGAN EŞKERE KIRIBÛ’ 
 
Ferhat Çelîk anî ziman ku wan ewilî bi gotina “Li Lîbyayê çend şehîdên me hene” ya Serokkomar Erdogan kuştina endamê MÎT’ê bihîstiye û her kesî meraq kir ku yên li Lîbyayê jiyana xwe ji dest daye kî ye. Çelîk got piştî van agahiyan hin saziyên çapemeniyê nûçe çêkirin û wan jî heman nûçeyê di rojnameya xwe de weşandine. 
 
DADGER DI 5 DEQÎQEYAN DE 3 CARAN NAVBER DAYE 
 
Çelîk anî ziman ku tevî wan çavkaniya nûçeyê jî daye nîşandan derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin û got: “Me yek bi yek ji dozger re got çawa nûçeyê wergirtiye. Em ewilî hatin binçavkirin û berdan. Pişt re dozger îtîraz kir û me dîsa birin dadgehê. Dadger di 5 deqîqeyan de 3 caran navber da dadgehkirinê. Di navbera dawî de dadger bi telefonê axivî û derbarê me de biryara girtinê da. Bêyî ku dosyeyê lêkolîn bike me da girtin.” 
 
‘PIŞTÎ 13 ROJAN EWLEHIYA DEWLETÊ HAT BÎRA WAN?’ 
 
Çelîk diyar kir ku nûçe di 23-24’ê sibatê de hatin weşandin û got: “Di 3-4’ê adarê de derbarê me de gilî hatiye kirin. Dixwazim bipirsim û bêjim ewlehiya dewletê piştî 13 rojan tê bîra we? Lê heke ji vê dosyeyê ceza bidin me bila her kes bizanibe piştî her nûçeya were çêkirin dê ew rojnameger bikeve girtîgehê.” Çelîk destnîşan kir ku li gel çapemeniya nêzî îqtîdar her çiqas nûçeyên endamên MÎT’ê bi awayek eşkere çêkiribin jî derbarê wan de tu lêpirsîn nîne û got armanca girtina wan pir eşkere û zelal e. 
 
‘ME BÊRIYA NIVÎSANDINÊ KIRIYE’ 
 
Çelîk anî ziman ku bi girtîgehan, girtinan û astengiyan wê rojnameger neyên bêdengkirin û bêzarkirin û wiha got: “Tevî ku ji sedî 95’ê medyayê hatiye kontrokirin jî ji sedî 5’ê medyayê ku bi qasî kulmek destan maye jî bi rastî karek serkeftî birêve dibe. Ji ber vê yekê ev ji sedî 5 îro dengê vî welatî radigihîne û tiştekî diguherîne. Dema me dest bi vî karî kir me ji Apê Mûsayan û Gurbetelî Eroszan feyze girt. Me ji wan generalê biçûk yê Apê Mûsa feyze girt. Ji ber vê yekê rojnamegerî bi van girtinan nayê rawestandin. Bi girtîgehan nikarin bedel bi me bidin razandin. Ev 13 sal ez di nava vê xebatê de me û cara yekem e 4 mehan bêhna xwe vedidim. ‘Luksek’ wiha beriya neketibû destê min. Lê êdî bes e em dîsa dest bi nivîsandinê bikin.” 
 
‘DEMA NIVÎSANDINÊ YE’ 
 
Midurê Karên Nivîsan ê Yenî Yaşamê Aydin Keser jî bal kişand ser binpêkirina mafan ên li girtîgehê û got ew 120 roj li hepsê maye û tu daxwazek wî nehatiye bersivandin. Keser got li gel wan rojnameya Yenî Yaşamê xwestiye jî nedane wan û di her cûre mijaran de muxatab nedîtine. Keser destnîşan kir ku rojnameya Yenî Yaşamê xwedî kevneşopiyek kevnare ye û got: “Kevneşopiyek me ya rojnamegeriya gerdûnî heye. Xeta weşangeriya me gelek saxlem e û nûçeyên me yên lêanîn an go bêbinî nînin. Rojnameya bi salane her çiqas di bin zextan de be jî lê her weşangeriya xwe domand. Em 4 meh girtî man lê belê em ê ji niha şûn ve jî nivîsandinê bidomînin.” 
 
MA / Erdogan Alayûmat - Sadiye Eser 
 

Sernavên din

28/06/2020
09:07 Karkeran banga qidem li sendîkayan kirin: Sozên xwe bi cih bîn in
09:05 Girtina Oyûnlû ji civakê re peyameke
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2020'AN
27/06/2020
20:32 Tabloya Kovîd-19: 17 kesan jiyana xwe ji dest dan
20:18 Li Reqayê çalakiya konvedanê hat lidarxistin
16:59 Polîsan gefa kuştinê li Çetîn xwar û îşkence lê kirin!
16:56 Kujerê Alî Uygur pirsîn
16:15 HDP: 3 paralementerê me bi vîrûsa koronayê ketine
15:04 ÎHD: Girtiyê nexweş Încî serbest berdin
14:43 Li Girtîgeha Rihayê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger di roja 4’an de ye
14:38 Siyasetmedarê kurd Haydar Tekîn koça dawî kir
14:31 HDK: Bi kîlîtkirina deriyan nikarin rêxistina civakê asteng bikin
14:27 Polîsan îşkence li Rojbîn Çetîn kir
14:10 Parêzeran ji bo DNA’ya hestî û malbatan li hev were serlêdan kirin
14:04 ATV’ê nûçeya derveyî sînor wiha pêşkêş kir!
13:51 Dayikên Şemiyê: 6 kes 27 sal berê li qereqolê winda bûn
13:22 Çemê Cincevat ji ber bendavê ziwa bû
13:10 25 sal berê binçav kirin û winda kirin
13:06 Serokê PSAKD’ê: Em kesek bin jî hezar kes bin jî em ê bimeşin
12:37 Înîsiyatifa azadiya girtiyan: Girtiyê nexweş Ozdemir berdin
12:11 Careke din Akman û Karakaya yên di rojiya mirinê de birin kogûşên wan
11:54 Sedema binçavklirina rojnameger Kara nayê zanîn
11:37 Bertekên li dijî mohrkirina KCD'ê: Dijhiqûqiyê bi dawî bikin
11:30 Mexdûrên erdhejê: Em hewceyî nanekî bûne
10:52 Neviyê Şêx Seîd: 3 tiştên dewletê hene; Îmha înkar û derew
10:13 2 milyon û 437 hezar xwendekar dikevin ezmûnên zanîngehê
10:04 Serokê Baroya Wanê Uçar: Tişta anîn serê me wêneyê zilma Tirkiyê ye
10:01 Li Lîbyayê wê Rûsya û Fransa bi hev re bixebitin
09:56 Di teqîna kargeheke tekstîlê de kesek mir û 10 kes jî birîndar bûn
09:08 Aborî xera dibe deyn zêde dibin
09:08 Delîl jê birin
09:07 Serokatiya Meclîsê pêşniyazpirsa der barê qeyûman de red kir
09:06 Berhemên dîrokî bê xwedî ne
09:05 ‘Delîlên lêpirsîna Gulîstan Dokû reşkirin'
09:02 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2020'AN
00:38 Bi hezaran şêniyên Kobanê li Barageha Rûsyayê Tirkiye şermezar kir
00:11 7 karkerên çandiniyê li Konyayê bûn qurbana qezayê
26/06/2020
23:23 Endama TJA'yê Rojbîn Çetîn hat binçavkirin
19:58 Rojnamevan Ayşe Kara hat binçavkirin
19:43 Di 24 saetên dawî d hezar û 396 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
17:10 Deriyê KCD’ê mohr kirin
17:06 Guven: KCD kongreya gel e, hûn nikarin dilê gel mohr bikin
16:56 Li Cizîrê hat xwestin ku îşkence were sekinandin
15:56 Îranê kolberek kuşt
15:48 Hejmara binçavkiriyan derket 42 kesan
15:43 Li Rihayê serdegirtina KCD’ê hat şermezarkirin
15:15 Mentik: Tirkiye Hewler dagir kir dixwaze Silêmanî jî dagir bike
15:06 Serokkomarê Iraqê xwest Tirkiye êrîşên xwe rawestîne
15:00 KNK: Rejîma Îranê girtî Hîdayet Abdulapûr darve kir
14:38 Aydenîz banga hişyariya koronayê li xelkê Cizîrê kir
14:08 Malbatan ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:08 'Rojê 135 deqîqeyan avê didin girtiyan
13:30 ÎHD û TÎHV: Dewlet îşkenceya sîstematîk dike
13:14 Gunay: Operasyona li dijî KCD'ê dijminantiya Kurdan e
12:53 TJA'yê bertek nîşanî serdegirtin û binçavkirinan da
12:47 Leyla Guven: Em ê serî netewînin
12:31 YNK'ê bang li Iraqê kir ku li dijî êrîşên Tirkiyeyê derkeve
12:02 Li Libyayê çi dibe?
11:27 Esker li Çoltara Pilûrê derketin operasyonê: Şer derket
11:09 Rojnameger Çelîk û Keser: Em ê nivîsandinê bidomînin
11:05 Îfadeyên leşkeran hevalên wan ên peywirê girtin e
10:57 Dozger şandina cenaze ya bi PTT'ê asayî dît
10:18 Hevşaredar Zirig: Yên ceza kirin niha ji doza FETO girtî ne
10:17 Rojnamegerê hevpeyvîna wî hat sansûrkirin: Ne bi ‘terorê’ re bi kurdan re têdikoşin
10:06 Li Xerpêtê gundek kirin karantînayê
09:58 ‘Parastin winda bike dê hemû civak winda bike'
09:25 Şaredarê tayinkirî yê Rezanê du qat zêdetirî budçeyê pere xerc kiriye
09:13 'Kurd dikarin bi sê hevokan jî yekîtiya xwe pêk bînin...'
09:13 Piştî UNESCO rapor xwest, wezaret jî dixwaze pêkanînên li Sûrê li mewzûatê bîne
09:12 Ji ber HES'an dar hew fêkiyan jî digirin
09:11 Da dû xeyala xwe ya zarokatiyê û bi ser ket
09:10 ‘Dibe ku ji ber ezmûna vîrûs berbelavtir bibe'
09:10 25 sal in li hestiyê kurê xwe digere: Nediyarî mirovan qehr dike
09:09 Meclîsa Îştarê: Divê her kes berpirsiyariyê bidin ser xwe
09:00 ROJEVA 26'E HEZÎRANA 2020'AN
08:40 Di serdegirtina KCD û malan de gelek kes hatin binçavkirin
08:16 Gundiyan şewata li Cûdî vemirandin
25/06/2020
21:48 Hevşaredarên Awîskê girtin
21:06 Hezar û 458 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
20:46 Şengalî û Silêmaniyan kuştina 3 jinên li Kobanê şermezar kirin
20:15 Teyareyan li Silêmaniyê seyranegeh bombe kir: 3 welatî jiyana xwe ji dest dan
17:30 'Erdogan daye ser şopa Hîtler'
17:17 Bersûcê îstismarê negirtin
16:28 Balafirên şer Bradost bombebaran kirin
16:02 Beştaş: Qeyûman projeyên şaredariyên HDP'ê betal kirin
15:43 Rojnamegerê ku karîkaturê Tahîr Elçî parve kiribû ceza kirin
15:27 ‘Ez ê dev ji xwesteka edaletê bernedim’
15:26 Li Rihayê 5 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
15:11 Xebatkarên tenduristiyê: Êdî bila canek din nemire
14:46 Di erdheja Wanê de gelek avahî û axuran xesar dît
14:30 3 jinên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn
14:29 AYM’ê serlêdana Guven û Farisogûllari red kir
14:21 Oluç: AKP dixwaze baro ji îqtîdarê re îteat bikin
13:51 Mezlûm Ebdî li gel Hevserokê YNK'ê hevdîtin pêk anî
13:48 Li Enqerê 452 xebatkarê tenduristiyê bi vîrûsê ketin
13:44 Serava Wanê bi hêza 5.4 pêlan hejiya
13:32 Doza Redhackê hat dîtin: Qedexeya derveyî welat nehat rakirin
13:31 Li Heftanînê gelek leşker birîndar bûn
13:31 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Em bi tu awayî agahî ji birêz Ocalan nagirin
13:23 Odeya Bîşkan a Amedê: Wezareta Tenduristiyê rastiyê nîşan nade