MÊRDÎN – Şewata ji 11’ê mehê ve li herêma Omeriyan didome ji kontrolê derket. Şêniyên herêmê dibêjin ku mudaxileya şewatê zehmet bûye û banga vemirandina agir kirin.
Li herêma Omeriyan a Mêrdînê ji 11’ê Hezîranê ve şewat derketiye û hin cih hatibû kontrolkirin û duh bi şev şewat dîsa dijwar bû. Hat gotin şewat îro ji kontrolê derketiye û berfire dibe. Şêniyên gundan ragihandin ku şewatê li gundên Qesra Ahmedê, Qurdîsê û Dara yên girêdayî navçeya Artûklûyê û li gundên Xerabê Bava, Cinata Miho û Cinata Hiso yên girêdayî navçeya Nisêbînê belav dibe. Di hoperlorên mizgeftan de banga vemirandina şewatê li welatiyan hat kirin.
BANGA LEZGÎN
Şêniyên gundan radigihînin ku xebatên vemirandinê têr nakin û ji ber şewat li qada çiya belav bûye maşîneyên agirkujiyê nikarin biçin. Welatiyan ragihand ku divê ji esmanî ve mudaxile were kirin û heke şewat neyê vemirandin dê niştecihên wan jî bikevin bin rîska şewatê. Welatiyan banga lezgîn piştevaniya vemirandina lezgîn kir.