NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinan a HDP’ê êrîşa li dijî Başak Demîrtaş şermezar kir û got: “Em ê têkoşîna xwe ya li dijî êrîşên li ser jin û vîna jinê bilindtir bikin.”
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), êrîşa li dijî Başak Demîrtaş a li ser medya civakî hat kirin, şermezar kir. Meclîsa Jinê, derbarê êrîşî de daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got: “Başak Demîrtaş ne bi tenê ye. Ligel wê rêxistinbûyîneke jinê ya bi hêz heye.”