Ji bo Çiyayê Kazê bang kirin

img

STENBOL – Çalakgerên Nobeta Av û Wîjdanê bertek nîşanî çûyîna Çiyayê Kazê dan û bang li dijî bêhiqûqiyê kirin. 

Li Çiyayê Kazê yên Çanakkaleyê şikreta Kanadî ya bi navê Alamos Gold porjeya madena zêr birêve dibe. Hawîrdorparêz û xelkê herêmê par li dijî projeye Nobeta Av û Wîjdan dabû destpêkirin. Çalakiya vê înîsiyatîfê ket roja 321’emîn. Çalakger li cihê ku danîne çalakiya xwe didomînin. Desteya Hifzissihha ya Çanakkaleyê ji ber vîrûsa koronayê di 13’ê nîsanê de biryar girtibû û ku kes neçe daristanê. Duh du kesên xwestin biçin piştevaniya çalakiyê lê leşkeran ew asteng kirin. 
 
Hawirdorparêzan li dijî astengkirin û qedexeya çalakiyê daxuyaniyek nivîskî dan û diyar kirin ku dixwazin nobeta li Çiyayê Kazê bi tenê bihêlin û bang li her kesî kir ku li dijî vê bêhiqûqiyê derkeve.