Ji ber Kaniyên Mûnzûrê bertek: Em ê xwe biavêjin pêşiya kepçeyan

img

DERSIM – Şêniyên gundê Ziyaretê bertek nîşanî çêkirina înşata li Kaniyên Mûnzûrê dan û gotin: “Pêwîst bike em ê xwe biavêjin ber kepçeyan.” 

 
Walîtiya Dersimê biryar da ku li Kaniyên Mûnzûrê avahî ango înşat werin çêkirin. Ev Kaniyên Mûnzûrê li navçeya Pulurê ya Dersimê ne. Şêniyên gundê Ziyaretê ya li ber Kaniyên Mûnzûrê bertek nîşanî çêkirina avahiyên li wir dan û gotin ew ê destûr nedin ku înşat li wir were çêkirin. 
 
‘BILA DEST NEDIN MÛNZÛRA ME’ 
 
Ji şêniyên gund Fatma Aydogdû diyar kir ku Kaniyên Mûnzûrê cihê bawerî û îbadetên wan e û got: “Em dixwazin ziyaretgehên me bi xwezaya xwe bimînin. Em ê destûr nedin kepçe ziyaretgehên me xera bikin. Bila dest nedin kaniyên me û Mûnzûra me. Em ê nehêlin kepçeyan bînin li vir bidin. Em dixwazin wisa bimîne. Em bi baweriyek mezin tên vir. Em ê destûr nedin ku ziyareta me hilweşînin.” 
 
‘NE TURÎZM E CİHÊ BAWERIYÊ YE’ 
 
Hacer Çelîk jî anî ziman ku heke kepçeyan li çavkaniyên ava were xistin dê her tişt tune bibe û got: “Ez 5 sal berê hatim li gund bicih bûm. Ev der welatê dayika min e. Em ê nehêlin kepçe van deran xera bikin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Ev der cihê îbadeta me ye. Em her hefte bi loqmeyên xwe tên vir û niyazan dikin. Yên tên vir qirêjî dikin û paşê em gelemşeya wan kom dikin. Ev der ne cihê turîzmê ye, ev der cihê baweriya me ye. Em naxwazin deste xwe bidin vir.” 
 
‘EM Ê XWE LI PÊŞIYA KEPÇEYÊ DIRÊJ BIKIN’ 
 
Şêniya gund Hatîce Çelîk jî destnîşan kir ku ew tu tiştekî ji rayedaran naxwazin xwesteka wan tenê ew e ku ev der neyê hilweşandin û wiha got: “Heta niha ji bo kaniyên me razemenî nehatiye kirin. Çibû ku bi yek carê projeyan danîn holê. Ev der şûngeha me ya pîroz e. Em ê destûr nedin destê xwe dirêjî vir bikin. Hewce bike em ê xwe biavêjin pêşiya kepçeyan. Em ê bi şev û roj ji vir ranebin. Bila kepçe me bipelçiqînin û biçin. Em li vir çêbûne û mezin bûne. Em tên vir niyaz dikin û findên xwe pê dixin. Di meha Xizir a Hawtemal de her tim tên vir.” 
 
GUNDÎ LI DIJÎ PROJEYÊ NE 
 
Şêniyên gund ku her roj ji bo kaniyên wan zirarê nebinîn her roj li cihê kaniyan tên cem û gotin: “Em ê ne bihêlin ku kepçe bikeve vir û ne jî destûr bidin ku ev der were kolandin. Kalepîrên me pêlavên xwe derdixin bi metreyan pêxwaz tên ziyarete. Em qûrbanên xwe û xêra xwe li vir belav dikin. Em li dijî vê projeyê ne.” 
 
MA / Ayşe Surme