Dadgeha Îstînafê biryara betalkirina projeya Geliyê Dîcleyê erê kir

img

AMED - Dadgeha Îstinafê biryara Projeya Geliyê Dicleyê ku Dadgeha îdarî destûr dabû li Baxçeyên Hewselê avahî bên avakirin, betal kir. Dadgeha Îstînafê biryara betalkirina projeyê da. 

Dadgeha Îstînafê biryara Dadgeha Îdarî ya destûr dabû Projeya Geliyê Dîcle ku li Baxçeyê Hevselê ya di listeya UNESCO de cih digire, betal kir. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dijî biryara Wezareta Derdorê doz vekiribû û xwestibû ku Baxçeyên Hewselê ku di lîsteya mîrateya Çanda Cîhanê û Xwezayê (UNESCO) de cih digire bê parastin. Piştî darbeya 15'ê Tîrmehê 1'emîn Dadgeha Îdarî ya Amedê li gel birayar betalkirina Geliyê Dicleyê, bi pêvajoya OHAL'ê re û erka KHK'ê dîsa Geliyê Dîcleyê ji bo ji mîmarê re vekin xistin rojevê. Wezaretê ji bo xwe KHK esas girt û dest bi starta Projeya Geliyê Dîcleyê ku Baxçeyê Hevselê jî dixe nava xwe kir. Bingeha projeya ku ji aliyê Wezareta Bajarvanîe û Derdorê ve tê meşandin, ji aliyê Wezîrê Bajarvanî û Derdorê yê berê Mehmet Ozhasekî ve di 4'ê Çileya 2017'an de hat avêtin. Bi vê porjeyê rêya avakirina înşaetê li Geliyê Dîcleyê û Baxçeyê Hevselê hat vekirin. Projeya Geliyê Dîcle ku ji Rojhilata Dîcleyê dest pê dike û ji bo pêngava yekem 31,85 hektar qad hat diyar kirin. Ji Baxçeyê Hevselê heta Pira 10 derî, ji Kahbê heta Rêya Amedê û Çiyayê Kirklarê dixe nava sînorê xwe. Biryar dan ku li Geliyê Dîcleyê Parka Xwezayê, Rêyên meşê, qadên çandina daran, tesîsên civakî û mizgeftê ava bikin. 
 
BERIYA BIRYARÊ DEST BI AVAKIRINÊ KIRIN 
 
Odeya Plansaziya Bajar li dijî biryara Wezaretê serî li 3'emîn Dadgeha Îdarî ya Amedê da. Hêj dadgehê biryar nedabû, li tenişta Pira 10 derî û pala Çiyayê Kiriklarê dest bi karê înşaetê kirin. Wezareta Bajarvanîe û Derdorê parast ku di aliyê herêmên Afet û jeolojik  de  qadên ji bo bicihbûnê ne guncav in. 
 
Dadgeha Îstînafê biryara Dadgeha Îdarî xera kir û biryara betalkirina projeyê da. 
 
MA / Lezgîn Akdenîz