Hunermendên ji Behra Reş: Rizgarî bi têkoşînê pêkan e

img
STENBOL - Hunermendên ji herêma Behra Reş anîn ziman ku di talankirina xwezaya Behra Reş de dewlet bi pişta sermayeyê girtiye û gotin: "Bêyî têkoşînê xelasiya ji van êrîşan ne pêkan e." 
 
Di salên dawî de herêma Behra Reş bi çêkirina santralên hîdroelektrîkê (HES), ocaxên keviran û bi siyanurê lêgerîna li madenan di rojevê de ye. Li navçeya Fatsa ya Ordûyê û navçeya Cerattepe ya Artvînê bi siyanurê lêgerîna li zêran, li Artvîn û Rîzeyê projeyên HES'ê û herî dawî jî li Gîresûnê li ser Çemê Çanakçiyê bi çêkirina santrala 5'an xwezaya herêmê gav bi gav tê tunekirin. 
 
Hunermendên ji herêma Behra Reş li dijî talanê bang li her kesî kirin ku pêşî li talankirina xwezayê bigirin û bitêkoşin. 
 
SAKA: EM DENG NEKIN WÊ DEWAM BIKIN 
 
Hunermend Fûat Saka anî ziman ku ji ber HES'an çem û robarên li herêmê ziwa dibin û gelek nebatên endemîk jî dimirin. Saka, destnîşan kir ku projeyên ji bo maden û ocaxên keviran avhewaya herêmê xirab dikin û ev jî dibe sedema lehî û hezazê. Saka, ji her kesî xwest ku li dijî vê talankirina dengê xwe derxin û got: "Heger em deng nekin wê dewam bikin. Li herêmê gelek berxwedan hene, lê têr nakin. Her kes mecbûr e xwedî li xwezaya xwe derkeve." 
 
APOLAS LERMÎ: DEST NEDIN XWEZAYÊ 
 
Hunermend Apolas Lermî jî anî ziman ku li herêmê ci bî cî mirov dengên xwe bilind dikin lê belê ji ber ku bertek bûne ji rêzê bandor kêm bûye û got, ji ber ku rojeva Tirkiyeyê zûzûka diguhere rûxandina li van deran tê jibîkirin. Lermî, bilêv kir ku divê xweza, dîrok û çanda li Tirkiyeyê bê parastin û got: "Dest nedin xwezayê." 
 
AKÇÎÇEK: TÊKOŞÎN DIVÊ 
 
Endamê koma muzîkê ya Vovayê Hîkmet Akçîçek jî destnîşan kir ku sermaye di pêvajoya pandemiyê de jî vala nesekiniye û got, şîrketên ku fikirînê wê di vê pêvajoyê de kes bertekê nîşan nede dest bi talankirinê kirine. Akçîçek, anî ziman ku di talankirina xwezaya herêma Behra Reş de dewlet bi pişta sermayeyê digire û got: "Bêyî têkoşînê xelasiya ji van êrîşan ne pêkan e." 
 
BAYRAKOGLÛ: MIROV BI XWEZAYA XWE HEYE 
 
Hunermend Erdal Bayrakoglû jî destnîşan kir ku dijderketina li qetilkirina xwezayê divêtiyeke mirovbûyînê ye û got: "Çimkî mirov bi xwezaya xwe heye. Xwezayê qetil dikin û vê yekê tenê ji pereqezenckirinê dikin. Ev nayê qebûlkirin. Bang li her kesî dikim ku xwedî li av, çand û xwezaya xwe derkeve." 
 
MA / Tolga Guney