Li dijî avahiyên li Avzêmên Halvorî bên avakirin bertek hene

img
AMED - Berdevkê Hewldana Parastina Mîrateya Çand û Xwezaya Dersimê Bariş Yildirim, diyar kirin ku pêvajoya fermî ya avakirina otelê ya li Avzêmên Halvorî ya Geliyê Mûnzûrê ku di satûya Parka Mîllî de cih digire dest pê kiriye û got: “Ger dest ji projeyê neyê berdan emê serî li rêyên hiqûqî bidin.”
 
Hat diyar kirin ku pêvajoya fermî ya çêkirina otela cureya malên kolik a li Avzêmên Halvorî ku yek ji cihên pîroz ê di nava sîronên Parka Mîlî ya Geliyê Mûnzûr a Dersimê de cih digire, dest pê kiriye. Berdevkê Hewldana Parastina Mîrateya Çand û Xwezaya Dersimê Bariş Yildirim, derbarê mijarê de daxuyanî da.
 
QADA MÎRATEYA ÇANDÊ YE
 
Yildirim, anî ziman ku yek ji çavkaniyên bingehîn ên Parka Mîllî, Avzêmên Halvorî ne û wiha got: “Li Rêziknameya Parka Mîllî û Qanûna Parka Millî ya hejmar a 2872’an, divê Avzêmên Halvorî teqez bên parastin. Di heman demê de Avzêmên Halvorî, qadeke mîrateya çandê ya bawerî û çandiye. Lê em îro fêrbûn ku pêvajoya fermî ya avakirina otelê ya li Avzêmên Halvorî ya Geliyê Mûnzûrê ku di satûya Parka Mîllî de cih digire dest pê kiriye. Di vê çarçoveyê de wê di pêvajoya pêş me de îhaleya avakirina înşaetê wê dest pê bike. Divê ev proje bê betalkirin. Berevajî ev zirarek mezin bide mîrateya çand û xwezayê. Ger dest ji projeyê neyê berdan emê serî li rêyên hiqûqî bidin.”