‘Li Fethiyê cihê JES’an nîne’

img

MÛGLA – Parêzer Bora Sarica yê endamê Fed-Der bertek nîşanî çêkirina 6 heb JES’ên dê li Oludenîz werin çêkirin da û cihên wisa di bin navê “sûdwergirtina cemaweriyê” tên rûxandin.

Li herêma Oludenîz û Kayakoyê yên navçeya Fethiya Mûglayê destûra çêkirina 6 hebe Santralên Enerjiya Jeotermal (JES) hat dayîn. Tê gotin dê çêkirina van JES’an talana xwezayê bi xwe re bîne. Parêzer Bora Sarica yê endamê Komeleya Jiyana Ekolojîk a Fethiyê (Fet-Der) bertek nîşanî biryara çêkirina JES’an da û diyar kir ku wan li dijî biryara betalkirina çêkirina JES’an kampanya îmzeyan dane destpêkirin.
 
DESTÛRA PROJEYÊ HATIYE DAYÎN
 
Sarica da zanîn ku li dijî biryara çêkirina JES’an a li Oludenîz û Kayakoyê berteka xelkê berdewam dike û wiha got: “Xelkê herêmê li dijî biryarê kampanya îmzeyan daye destpêkirin û dixwazin biryara vê projeye were betalkirin. Bêyî ku jiyana xelkê û rewşa civakî ya herêmê li ber çavan were girtin, li ser maseyan destûra porojeyan tê dayîn.”
 
JI SEDÎ 90’Ê RAPORÊN ÇED’Ê TÊN PEJIRANDIN
 
Sarica biryara çêkirina van JES’an di meha mijdara 2019’an de hatiye dayîn û di adara 2020’an de jî pêvajoya serlêdana Nirxandina Bandora Derdorê (ÇED) hatiye qebûlkirin. Sarica got li gel ku divê hin herêm were parastin jî lê nayê parastin. Sarica anî ziman ku raporên ÇED’ê yên li Tirkiyê ji sedî 90 tên tên qebûlkirin û yên tên betalkirin jî di encama berteka parêzvanên jiyanê û raya giştî ku nîşan didin de paş de tê girtin.
 
‘JI BO BERJEWENDIYÊ TALANÊ DIKIN’
 
Sarica destnîşan kir ji bo rantê dê ev JES li ser 60 hezar metre kare were çêkirin û got: “Oludenîz û Kayakoy dibin qurbanê rantê. Dixwazin vir ruhsat bikin û bidin hin kesan. Tenê ne li Fethiyê li Marmarîsê jî cihên wisa qada turîzmê dikin qurbanê jetermalan. JES’ên dê li Oludenîz û Kayakoyê jî werin çêkirin ne ji bo feyda xelkê û cemaweriyê û turîzmê ye ji bo berjwendiyê û pereyan tê çêkirin. Ne li Kayakoyê, ne li Oludenîzê û ne jî li Fethiyê cihê çêkirina JES’an nîne. Wê ev proje zirarê bide çandiniyê jî. Bi taybetî tişta jê zirarê bibîne çand û turîzm e. Hewcehiya herêmê bi van projeyan nîne.”
 
MA / Esra Solîn Dal