Heta niha 150 kûsî ji Bendava Ilisûyê hatin rizgarkirin

img

ÊLIH – Saziyên dewletê ji bo lawir û xweza di bin ava Bendava Ilisû de nemine tu xebatê nakin. Komek şêniyên Heskîfê heta niha 150 kûsiyan ji ava bendavê rizgar kirin.

Bendava Iliûsûyê bû sedema ku navçeya Heskîfê, Geliyê Dîcleyê û Çemê Botanê û Çemê Bişêriyê di bin avê de bimîne. Bi pengara ava Bendavê re tesîrek neyînî li ser hin cûreyên lawiran ên li herêmê dike. Saziyên dewletê û rêxistinên hawîrdorê ji rizgarkirina lawiran re xemsar mane û van lawiran ji avê rizgar nakin.
 
Hin şêniyên dilxwaz ên ji Heskîfê van lawir ango sewalên li herêmê bêxwedî mane ji avê rizgar dikin. Welatî bi qeyikê li hawara lawirên asê mane diçin û xilas dikin. Welatiyan da zanîn ku heta îro wan herî kêm 150 kûsiyan ji avê rizgar kirine û nehiştine bifetisin. Dîmenên rizgarkirina nêzî 20 kûsiyan ku ev nêzî mehekê ye di avê de mane talaniya xwezayê radixîne ber çavan.
 
Welatiyan banga rizgarkirina lawiran ango sewalên li herêmê kirin da ku di avê de nefetisin.
 
MA / Metîn Yoksû