Xemla biharê kirasê sor li xwe kir

img

ÊLIH – Rengê xwezaya biharê bi kulîlkên sor xemilîne û ser rûyê erdê adeta veguheriye kirasek sor. Dîmenên van kulîlkên biharê mirovan kêfxweş û dilgeş dikin.

Wek ku hunermend Xelîl Xemgîn di strana xwe de dibêje “Dibe adar, diçe nîsan, mizgînî gulan” van rojên biharê tîne bîra mirov. Ev gotin li ser xwezaya Kurdistanê hatiye gotin. Demsala biharê îsal bi xeml û xwezaya xwe difire nava dilê xwe. Wek ku tê gotin îsal bihar rengîn e û her dever bi rengên cuda xemilandiye.
 
Di rojên dawî yên meha nîsanê de ku êdî xatir ji me dixwazin û roj ber bi meha gulanê ve diçin, her dever bi kulîlkan xemiliye û serê lat û giran ango erdên beyar kirasê kulîlkên sor li xwe kiriye.
Me berê xwe da nava xemla biharê ya deverek di navbera Amed û Êlihê de û dîmenên kulîlkên sor ku bi şînahî û ewrên asîman û şînahiya erdê ve xwe kirine yek kişand.
 
Wêne/Dîmen / Bîlal Guldem