Nobeta Av û Jiyanê: Heya ew neçin em ê li vira bin

img
STENBOL - Parazvanên xwezayê ku li dijî talankirina Çiyayên Kazê 274 roj in "Nobeta Av û Jiyanê" digirin, bertek nîşanî astengkirina nobetê dan ku ji ber şewba coronayê tê astengkirin. Parazvanên xwezayê destnîşan kirin ku "Heya ew neçin em ê li vira bin" û gotin, wê nobeta wan dewam bike. 
 
Şîrketa Gold Alamos a kanadayî û şîrketa tşaeron a Dogû Bîga Madencîlîkê, par ji bo li Çiyayên Kazê li zêran bigerin projeyek çêkiribûn û dabûn destpêkirin. Lê belê li dijî vê projeyê di 26'ê Tîrmehê de jî "Nobeta Av û Jiyanê" dest pê kiribû. Piştî raya gştî jî piştgirî da çalakiyê, rûxseta şîrketê nehatibû nûkirin û bi awayekî qismî fealiyetên wê hatibûn sekinandin. Niha çalakiya nobetê di roja 274'an de ye, lê belê roja sêşemê yanî di 20'ê Nîsanê de Midûriyeta Daristanê ya Çanakkaleyê bi hinceta şewba coronayê biryarek girt û xwest parazvanên jiyanê ji qadê biçin. 
 
WÊ JI BO ŞÎRKETÊ BIBE FIRSEND 
 
Çalakger Ferzan Aktaş, anî ziman ku biryara hatiye girtin tu eleqeya wê bi têkoşîna li dijî şewbê re tuneye. Aktaş, bilêv kir ku ji ber lewbê kesên xwestine ji bajêr bên û destê bidin wan paş ve vegerandine û got, li qada nobetê xwe ji civakê îzole kirine û bi vî awayî jiyana xwe didomînin. Aktaş, destnîşan kir ku heger biryara hatiye girtin pêk bê hem wê jiyana wan têkeve xetereyê hem jî wê ev yek ji bo şîrketê bibe firsend û wê daristanê tune bike. 
 
‘HEYA EW NEÇIN EM Ê LI VIRA BIN' 
 
Aktaş, destnîşan kir ku şîrketên mezin ji bo pera texrîbkirina gerestêrkê didomînin û got, wekî li Çiyayên Kazê ev yek li gelek deverên welêt didome. Aktaş, anî ziman ku wê nobeta wan dewam bike û got: "Dixwazin ekosîstema Çiyayên Qazê tune bikin. Nobeta me jî ji bo pêşîlêgirtina vê yekê ye. Piştî deh salan di warê hiqûqî de tu encam bi dest neketin em mecbûr man nobetê bigirin. Ji çar aliyên welêt bi hezaran kesî piştgirî da nobeta me. Ji ber vê têkoşînê di 13'ê Cotmehê de rûxseta peymana 10 salan a şîrketê nehat nûkirin. Lê nehat betalkirin jî. Hê jî şîrket bi peywridarên xwe yên ewlehiyê, bi makîneyên xwe yên karî li vira ne. Wê nobeta me jî heya ew neçin dewam bike." 
 
‘EM XWEDÎ LI JIYANÊ DERDIKEVIN' 
 
Parazvanê jiyanê Ûlaş Baş jî anî ziman ku Çanakkaleya ku bi çavkaniyên xwe yên sererd û binerd erdnîgariyeke dewlemend e, niha di nav nahpikên van şîrketan de ye. Baş, destnîşan kir ku ev şîrket ji bo pereyan hewl didin ekosîstemê tune bikin û got: "Niha yek ji bajarên ku hejmara kesên vîrûs di wan de hatie btespîtkirin zêde ye jî navçeya Çan a Çanakkaleyê ye. Li vira gelek santralên termîkê, fabrîkeyên seramîkê û ocaxên keviran hene. Lê em jî li dijî van pêkanînan xwedî li ava xwe, xwezaya xwe û ekosîstema xwe derdikevin. Nobeta me dewam dike." 
 
BI DESTÊN SIYASIYAN TÊ KIRIN 
 
Parazvan Yilmaz Dogan jî anî ziman ku piştî Covîd-19 derketiye holê têkiliya di navbera mirovan û xwezayê de bi awayekî zelal hatiye dîtin. Dogan, diyar kir ku şîrketên ku pergala kapîtalîst ew xwedî dikin bi çavê sermayeyê nêzî xwezayê dibin û got, ji ber qetilkirina xwezayê pirsgirêkên bi vî rengî çêdibin. Dogan, got: "Xwez ayekpare ye. Em jî perçeyeke vê yekpareyiyê ne. Lê ev yekparebûn tê xerakirin. Niha li pergala kapîtalîst bi çavê sermayeyê nêzî Çiyayên Kazê dibe. Heywan û mirov ne di xema wan de ne. Ev bi destên siyasiyan tê kirin. Ji bo parastina xwezaya xwe em li vira ne. Heya xweza hebe wê mirov jî hebin. Heger em xwezayê tune bikin em ê xwe tune bikin."