Masiyê Gola Wane di talûkeyê de ne

img
WAN - Masiyên Gola Wanê ji ber çiftlika qazan li ser Çemê Deliçay tê avakirin, di bin talûkeyek mezin de ne. 
 
Li Wanê masiyên Gola Wanê ku di navde cureyên Încî Kefalî jî heye ji ber çitftlika (cotgeh) qasan li ser çemê Deliçay ê Navçeya Erdiya Wanê tê avakirin di bin talûkeyek mezin de dijîn. Têkildarî mijarê Hîndekarê Zangoya Berhenen Avê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil (YYU) a Wanê Dr. Mustafa Akkuş, diyar kir ku her sal li ser vî rûbarî dîmenên hatina masiyan temaşe dikin  û wiha got: " Lê ji ber cotgeha qazan li ser vî çemî ava dikin, ev cotgeh jiyana van masiyên Gola Wanê yên Încî Kefalî tehdît dike. Cotgeh ekolojiya vê golê xera dike. Ekolojiya golê û masî di bin talûkeyê de ne."