Li Westanê dema guldexwînan e

img
WAN – Li gundê Zevê yê navçeya Westana Wanê guldexwîn şîn bûn û dîmenek xweşik bi xwe re anîne.
 
Li gundê Zevê ya girêdayî Navçeya Westana Wanê ku li hemberî Girava Axtamarayê ye dema vebûna guldexwînan e. Guldexwînên li Zevê vebûne adeta derdora xwe veguherandine rengê sor. Guldexwîn li çiya ango cihên bilind ên li Wan, Dersim, Mûş, Şirnex, Sasûn û Colemêrgê şîn dibin. Tê gotin ku guldexwîn li cihên 1400 û 2500 metre bilind in vedibin. Guldexwînên vedibin dîmenek xweşik derdixe holê û geştiyarên xwe kêfxweş dike.