Dest bi kesixandina spîndaran kirin

img
WAN - Waniyan, piştî zivistaneke sar û dûndirêj, bi germnbûna dinyayê re dest bi kesixandina spîndarên xwe kirin. 
 
Li Wanê piştî zivistaneke sar û dûndirêj bi germnbûna dinyayê re welatiyan dest bi kesixandina daran kirin. Bi taybetî jî ji ber ku li herêmê herî zêde spîndar hene, ciwan bi meqesan û bi birekan dest bi kesixandina spîndaran kirin. Her wha şaxên tên jêkirin jî tên danîn. 
 
Şêniyê Taxa Dîbeklî ya navçeya Rêya Armûşê Nûrûllah Elçî yê ku her sal di meha Nîsanê de dara xwe ya spîndarê dikesixîne, anî ziman ku ê baş diçîne û yên din jî ji bo şewitandinê hiltîne û got: "Ji bo darên me xweşik dirêj bibin em dikesixînin. Piştî em em vî karî dikin ji wan re cihokan çêdikin û paşê avê bera ser wan didin."