Ekolojîst: Ekosîstemê dewrî sermayeyê dikin

img
STENBOL – Endama Meclîsa Ekolojiya HDK’ê Fatoş Osmanagaoglu “Pêşnûmeya Qanûna Parastina Pircûrehiya Biyolojîk û Suriştî” ya ji aliyê Wezareta Karê Av û Daristanê anîn rojeva Komîsyona Hawîrdorê ya Meclîsa Tirkiyeyê nirxand û got: “Dê hemû ekosîstema vî welatî dewrî sermayeyê bikin." 
 
Wezareta Karê Av û Daristanê “Pêşnûmeya Qanûna Parastina Pircûrehiya Biyolojîk û Suriştî” anî rojeva Komîsyona Hawîrdorê ya Meclîsa Tirkiyeyê. Dema ev pêşnûme bê qebûlkirin û bibe qanûn dê hemû astengiyên li ser qadên parastayî bên rakirin û hemû qadên jiyanê ji piyasaya sermayeyan re bê vekirin.  Endama Meclîsa Ekolojiya HDK’ê Fatoş Osmanagaoglu li dijî qanûnkirina pêşnûmeyê nerazîbûn nîşan da û got: “Dema ev pêşnûme bibe qanûn û bikeve meriyetê dê talankirina xwezayê pêk bîne. Ev di xema desthilatdariyê de ye. Bi vê qanûnê re wê hemû qadan dewrî sermayayê bikin. Wê ev qad ji rantê re bên hiştin.” 
 
‘DÊ EKOSÎSTEMÊ DEWRÎ SERMAYEYÊ BIKIN’ 
 
Osmanagaoglu da zanîn ku dema ev qanûn bikeve meriyete dê ji 23 hezar cûreyên nebatên xwecihî yên Ewropa ku 11 hezar nebatên xwecihî li Tirkiyeyê hene bên tunekirin û got: “Ji bo vê pêşnûmeyê dê li daristanan şewat bi zanebûn bê derxistin. Ji bo li wir xweza carek din zindî bibe li şûna xebat bê kirin dê raste rast dewrî sermayeyê bê kirin. Wê hemû ekosîstema vî welatî dewrî sermayeyê bê kirin.”