Şewata li Newalaroj berdewam dike

img
DERSIM - Li herêma Newalaroj a Dersimê, şewata ji ber bombebaranê rû dayî berdewam dike û destûr nayê dayîn komên dildar biçin herêmê û mûdaxileyê şewatê bikin.
 
Li herêma Newlaroj a Dersimê, şewata ji ber bombebaranên hewayî û bejahî rû da, berdewam dike. Şewata ji 22’yê Îlonê ve berdewam dike her diçe li herêmê belav dibe. Yekîneyên leşkerî destûrê nadin komên dildar ên dixwazin biçin herêmê û mûdaxileyê şewatê bikin.  
 
'SÛC DIKIN'
 
Ji dildaran Nadîr Bulut, diyar kir ku bi şewatê xwezayê qetil dikin û wiha axivî: “Dewlet bi zanebûn erdnîgariya me dişewitîne. Hewl dide herêmê bê mirov bike. Destûrê nadin komên dildar biçin herêmê û şewatê vemirînin. Dewlet li Dersimê sûc dike. Divê demildest dest ji vî sûcî berdin û mûdaxileyî şewatê bikin.”