Welatiyan destûra ÇED'ê dan betalkirin

img
RIHA – Welatiyên Rihayê destûra ku ÇED'ê dabû Limak Çimento dan betalkirin. ÇED'ê ji bo Kana Marnê destûr dabû ku Limak hilberine. 
 
Li mêrgên gundê Qirpiyar û Quzlukê yên Navçeya Karakopru yên Rihayê Lîmak Çîmento ya aydî Limak Holdingê xwestibû Kana Marnê ava bike û jibo vê yekê rapora Nirxandina Bandora Derdorê (ÇED) wergirtibû. Welatiyan li dijî vê yekê serî li 2’yemîn Dadgeha Îdarî ya Rihayê dan û encam bi dest xistin. Piştî welatiyan serlêdan kir, Dadgeha Îdarî destûra rapor betal kir. Dadgehê diyar kir ku kana bê ava kirin dê zerarê bide ewlehî û tenduristiya mirovan û ji ber vê yekê destûr betal kir. Dadgehê anî ziman ku kan hem dê zerarê bide mirovan û hem jî dê bide zerdorê û destûr betal kir. 
 
Di 2015'an de Lîmak Çîmento ya girêdayî Limak Holdingê xwestibû li mêrga gundê Qirpiyar û Quzlukê kana çîmonto ava bikin. Li dijî vê yekê welatiyan nerazîbûnên xwe anîbûn ziman û serî li dagehê dan. Welatiyan ewil ji bo daristanê mêrg dabûn dewletê. Lê rayedarên hikûmetê vasfa zevî û mêrgê guhertin û ji mêrdê derxistin û ji bo kan bê vekirin vasfa wê guhertin. Li ser vê yekê Limak Holdingê ji bo kanê veke rapor amade kir û ji Midûriyeta Sewalkarî, Çandinî û Zexireyan re şand. Walitiya Rihayê jî di 30'ê Kanûna 2015’an de tevî bertekên welatiyan zevî ji vasfa mêrgê derxistin û kirin vasfa kanê û destûr dabûn ku Kana marnê bê avakirin.