Şewata li navçeya Dara Yêne rû da belav bû

img
ÇEWLÎK - Şewa duh li qada “Herêma Ewlekariya Taybet” a çoltera navçeya Dara Yêne hat îlan kirin, rû da, ji ber bayê belav dibe.  
 
Li çoltera navçeya Dara Yêne ya Çewletê, piştî îlankirina “Herêma Ewlekariya Taybet” a di 16’ê Tebaxê de, şewatê rû da. Şewata duh li daristanên gundên Suveren, Doganli û Sîvan ên navçeya Dara Yênê rû da, ji ber bayê belav dibe. Ji ber herêm qedexeye, gundî nikarin mûdaxileyê şewatê bikin. Derbarê şewata rû da de tu agahî nehatin bi dest xistin. 
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Çewlîkê Erdal Aydemîr got, dibe ku ji ber bombebaranê şewat rû da be. Aydemîr, anî ziman ku ji bo şewat mezintir nebe, dê bi Waliyê Çewligê re hevdîtinê bikin.