‘Li Dersimê xweza, zindî û dîrok tê tunekirin’

img

DERSÎM – Erdnîgariya Dersimê bi bendav, HES û projeyên madenê tê bêmirovkirin û tunekirin. Serokê Baroya Dersimê Bariş Yildirim diyar kir ku heke hemû proje bikevin meriyetê dê herêmek wek Dersimê nemîne û xwest ev herêm bê parastin û qada sîtê lê bê îlankirin.

Yek ji erdnîgariya herî xweşik û warê xwezayê de herî dewlemend ku cûreyên nebatan lê hene Dersim e. Dixwazin bi polîtîkayên qirêj Dersim tune bibe. Bi taybetî bi projeyên mîna bendav û HES’an Dersimê bêmirov dikin û talanê pêk tînin. Gelê Dersimê li dijî van projeyan xwe birêxistin kir û helwesta xwe danî holê. Ji bo ev proje bên betalkirin dozê veguhezandin darazê. Gel ji bo xweza û erdnîgariya xwe têkoşînek dijwar dan û li gel hemû polîtîkayên bêmirovkirinê jî axa xwe koç nekirin. 
 
5 BENDAV Û 3 HES HENE 
 
Li gorî daneyên Baroya Dersimê; li ser çem û geliyên li Dersimê heta îro biryara çêkirina projeya 27 Santralên Hîdro Elektrîkê (HES) û bendavan hat girtin. Ji van projeyên bendava Keban, Seyrantepe, Uzunçayir, Tatar û Pembelîk temam bûn. Her wiha li Cemîşgezek, Munzur û navenda Dersimê 3 projeyên HES’ê hatin avakirin. 
 
ERDNÎGARIYA PERÎ TÊ TUNEKIRIN 
 
Li ser Çemê Perî 3 bendav hatin avakirin û hat zanîn ev bendav bi şeklek qaçax hatine avakirin. Li gorî lêkolînên Baroya Dersimê, li ser Çemê Perî projeyên 6 bendav û 9 HES’an hatine înşakirin. Bi van projeyan Çemê Perî hat tunekirin. 
 
PROJEYÊN TEMAM BÛNE 
 
Tê xwestin li navçeya Çemîşgezek şikftên dîrokî dê bi projeya HES’ê ya Tagar bên tunekirin. Li vê herêmê pezkovî û mirov di nav hev de dijîn. Ev der wek cihê seyên avê tê zanîn. Heke ev proje bikevin meriyetê dê jiyana heywanan bikeve bin talûkeyek mezin û wê şûnwarên dîrokî jî zirar bibînin. Li Çemê Pilûmûriyê, Newala Mutu Şampaşa, Newala În a li Xozatê, li Pertegê Çemê Sîngeç û navçeya Çemîşgezekê porojeyên nû yên bendav û HES’an tên plankirin. 
 
RUHSATÊ DAN 145 PROJEYÊN MADENÊ 
 
Li Dersimê li gel projeyên bendav û HES’an li aliyê din jî di bin tehdîdên projeyên madenê de ye. Li herêma Dersimê ruhsata 145 projey3en madenê hatiye dayîn. Li Geliyê Munzurê 43 hezar 350.87 hektar ji bo madenê ruhsat hat dayîn. Her wiha li di nav sînorê Parka Millî ya Geliyê Munzurê de li gundê Çemerlîtaş û Otlu Bahçe 400 hektar projeyek madena sifir heye. Li gundê Koçpinar yê bi ser navçeya Pertekê ve dixwazin projeya madenê bixin faliyetê. 
 
LI GORÎ HIQÛQÊ NE PÊKAN E PROJE BÊN ÇÊKIRIN 
 
Li Geliyê Munzurê bi tevahî projeyên 4 bendav û 6 HES’an dihat raberkirin. Li ser Geliyê Munzurê projeyên mezintirîn Bendava Konaktepe û Konaktepe 1 û 2 projeyên HES’ê bûn. Lê encax di rojên derbasbûyî de Daniştayê van projeyan bi hinceta “li dijî mewzûata hawirdorê ye” sekinand. Bi vê biryarê re carek din hat xuyakirin ku projeyên bi vî rengî bêyî ku bandorên li hawîrdorê bên kirin heta neyên lêkolînkirin di aliyê hiqîqû de tu rewabûnek wê nîne. 
 
‘GELIYÊ MUNZÛRÊ JI PARKA MILLÎ YA CÎHANÊ DEWLEMENDTIR E’ 
 
Serokê Baroya Dersimê Bariş Yildirim bal kişand ser projeyên ku xweza û erdnîgariya Dersimê talan dikin û wiha got: “Bi taybetî Geliyê Munzurê cihek taybet û girîng e. Parka Millî ya li Geliyê Munzurê yek ji parkên herî mezin a Tirkiyeyê ye. Bi dewlemendiya xwezaya xwe tê nasîn û parka herî xurt a Tirkiyeyê ye. Yek ji parkên Ewropa û Tirkiyeyê ya herî girîng e. Parka ewil a Millî ya caihanê li Amerîka ye. Mezinbûna parka li wir 20 qatê ya Munzûrê ye. Lê encax pirrengî û pir cûrebûna li Munzûrê ji parka millî ya Amerîkayê zêdetir e. Li Geliyê Munzurê 600 heb cûreyên nebatan hene. Ji van 18 heb xwecihî ne. Her wiha Geliyê Munzûrê cihe herî zêde heywanên biyanî lê hene.” 
 
‘BILA GELIYÊ MUNZURÊ BÊ PARASTIN’ 
 
Yildirim anî ziman ku pêwîste Geliyê Dersimê di warê ekosîstemê de bê parastin û got: “Bila Geliyê Munzûrê bikin mîrateya çanda xwezayî ya herî girîng. Dema mirov li Geliyê Dersimê dinêre divê bikeve mîrateya çanda cîhanê û peymana vê bê dayîn. Ji bo mîrateya çandî ya cîhanê me doz vekiriye. Her wiha lazim e ev herêm wek qada sîtê bê îlankirin.” 
 
‘LI SER HEMÛ ÇEMAN PROJEYÊN HES’Ê HENE’ 
 
Yildirim destnîşan kir ku erdnîgariya Dersimê cihê herî mezin ê geliyê avê ku lê kom dibe ya Tirkiyeyê ye û Li ser hemû çem û geliyan projeyên bendav û HES’an tên çêkirin. Yildirim biryara daniştayê ya ji bo Geliyê Munzûrê erênî binav kir û got: “Bi biryara Daniştayê re li ser Geliyê Munzûrê tu proje nikare bê çêkirin. Heke bê çêkirin jî li dijî hiqûqê ye. Projeyên li erdnîgariya Dersimê di kêliya bikevin meriyetê de, cihek mîna Dersimê dê nemîne û hemû tune bibe.” 
 
MA – Semra Turan