Şewata li Kanîreşê derket belav dibe

img

ÇEWLÎG - Li çoltera navçeya Kanîreşê şewat derket û agir ber bi navçeya Gimgimê ve belav dibe.

Li gundê Baxlû yê bi ser navçeya Kanîreşa Çewligê ve derdorê nîvrê ji ber sedemek hê nayê zanîn şewat derket. Gundiyan ragihand ku hêza wan têra vemirandina agir nake û tevî ku agahî dane cendirmeyan û tîmên agirkujiyê jî hê mudaxileyî şewatê nekirine. Gundiyan got ku şewat ber bi navçeya Gimgima Mûşê ve belav dibe. 
 
Gundiyan xwest ku demildest mudaxileyî şewatê bê kirin.