Ji bo 8 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Meteorolojiyê ji bo 8 bajaran hişyariya barîna barana zêde kir. 
 
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê rapora xwe ya rewşa hewayî ya 4’ê tebaxê eşkere kir. Midûriyetê ji ber barîna barana zêde bajarên Erzirom, Qers, Erdexan, Tekîrdag, Kirklarelî, Edene, Hatay û Osmaniyeyê hişyar kir.