DEDAŞ’ê berhemên çandiniyê yên cotkaran hişk kir

MÊRDÎN - Cotkarên Şemrexê diyar kirin ku ji ber DEDAŞ ceyranê dibire, berhemên wan ên çandiniyê hişk bûne. 
 
Li Deşta Mêrdînê piştî rakirina berhema genim, îcar weke berhema duyemîn çandina garis dest pê kir. Lê bi destpêkirina çandina garis re birîna ceyranê ya ji hêla Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ya li herêmê jî dest pê kir. Cotkarên ku garisê wan ê çandî hişk bûye, bi DEDAŞ’ê re hevdîtin kir lê encamek jê derneket. DEDAŞ’ê deynên cotkaran weke hinceta birîna ceyranê nîşan da û cotkar jî bi çalakiyên rûniştinê û girtina rê van birînên ceyranê protesto dike. Cotkaran dan zanîn ku tevî biryarên dadgehê jî ceyran di bin navê “lênerîn-kontrolkirinê” de tê birîn û banga “dawî li van sepanên xwe bîne” li DEDAŞ’ê kirin. 
 
‘EV ZILM ME DIDE ZORÊ’
 
Ji cotkaran Omer Kaya diyar kir ku êdî nema dikarin xwe li ber lêçûnên heyî bigirin û wiha got: “Ji ber sepanên DEDAŞ’ê em hîn bêhtir dikevin zehmetê. Em li dijî zilma DEDAŞ’ê li ber xwe didin. Em têkoşîna ku mafê me ye didin. Em zirarê nadin tu kesî. Di nava rojê de 3 saetan ceyranê dibirin. Weke ku ev jî bes nebe îcar jî alavên me yên malê ji ber van birînan dişewitin. Malbatên me zehmetiyeke mezin dijîn. Ev zilm me pir zêde dide zorê.” 
 
Kaya, got ku divê cotkar li dijî sepanên DEDAŞ’ê bibin yek û têbikoşin. Kaya, wiha domand: “Nexwe dê ev zehmetiyên me bidomin. Deynê min tune ye lê fatûrayên xeyalî hatine derxistin. Ji ber birîna ceyranê berhemên me hişk dibin. Guh nadin giliyên me jî. Di şewata ji ber têlên ceyranê yên DEDAŞ’ê derketî de me 15 mirovên xwe winda kirin. Ji bo wan derdên kurdan girîng nînin. Heta êşa me jî fêm nakin. Lewma divê em xwedî li hev derkevin.” 
 
‘TENÊ ÇENDEK KESAN DEYNÊN XWE NEDANE’ 
 
Ji cotkaran Sîraç Abî jî diyar kir ku garis çandine lê ji ber birîna ceyranê nikarin avdanê bikin. Abî, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êdî berhemên me hişk dibin. Ji ber ku avdanî nayê girtin jixwe tu berhemek jê nayê girtin. DEDAŞ bi taybet jî il Şemrexê gundên Basek, Şevaşî û Ziznê hedef digire. Deynê min heye lê min piştre îtîrazî vî deynê DEDAŞ’ê derxistî kir. Di dozê de mafdar derketim. Tevî biryara dadgehê jî ji min tê xwestin ku wî pereyî bidim. Hejmara kesên deynê xwe nedane kêm e lê ceyrana hemû gundiyan tê birîn. Dibêjin ceyranê ji be erzayê dibirin û diçin. Lê dema me trafo kontrol kirin me dît ku erza tune ye û tu ekîbên çêkirinê jî li vir nînin.  Hewl didin me bixapînin.” 
 
‘DEDAŞ BI HÊZA ÎKTÎDARÊ ZILMÊ DIKE’ 
 
Ji cotkaran Rifat Şan jî anî ziman ku DEDAŞ bi awayekî sîstematîk li tevahiya herêmê zilmê dike û axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber birîna ceyranê makîneyên sondajê xera bûne. Ji ber ku her tim ceyran tê birîn, em her tim di tariyê de ne. DEDAŞ a ku hêza îktîdarê li cem xwe dibîne, zilmê dike. Divê DEDAŞ dawî li birîna ceyranê bîne.” 
 
MA / Ahmet Kanbal