Di daristana li Çermûgê de şewat derket

img
AMED - Hat destnîşankirin ku li daristana herêma Deûka Çermûgê, ji ber trafoyê şewat derket. 
 
Li daristana herêma Deûka navçeya Çermûgê Amedê, saetek berî niha şewat derket.  Welatî bi derfetên xwe mudaxileyê li şewatê dikin lê belê şewat ji ber bandora bagerê her diçe berbelav dibe. Hat destnîşankirin ku wesayîtên agirkujiyê yên şaredariya AKP’î yên navçeyê sewqî herêmê hatin kirin û qeymeqamê navçeyê jî çûye li herêma şewatê. 
 
Hat zanîn ku şewat ji trafoyê derket. Li gorî agahiyên bi dest ketine trafoya şewat jê derketiye 3-4 sal berî niha bi îhalaye ji bo çêkirina komirê menqelê hatiyê çêkirin, ji bo personelên daran dibirin ji hêla DEDAŞ’ê ve hatiye danîn. 
 
Şewata li herêmê derketiye hêj nehatiye vemirandin.