Li Amedê ji şaredariyan kampanyaya paqijiyê

img
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyan bi dirûşma “Ez ji Amedê hez dikim, qirêj nakim” kampanyaya paqijiyê dane destpêkirin. 
 
Şaredariya Bajarê Mezin, bi hevşaredarên navçeyên navendî re di bin koordînasyona Midûriyeta Parastin û Kontrola Jîngehê de bi dirûşma “Ez ji Amedê hez dikim, qirêj nakim” kampanyaya paqijiyê da destpêkirin. Starta kampanyayê li Qada Şêx Seîd a navçeya Sûrê hate dayîn. Hevşaredarên Sûr, Bajarê Nû, Rezan û Peyasê, nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî û gelek welatî beşdarî starta kampanyayê bûn. Di aktîvîteya ku beşdarvanan tîşortên li ser “Ez ji Amedê hez dikim, qirêj nakim” dinivîsî li xwe kirin, li gel erbaneyan dirûşmeyên “Ez ji Amedê hez dikim, qirêj nakim” û “Amed ya me ye” hatin berzkirin. 
 
‘HETA KU EM AMEDÊ PAQIJ NEKIN EM Ê NESEKININ’ 
 
Cîgirê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Reşat Bakan ê di aktîvîteyê de axivî, diyar kir ku heta ku Amedê pîr û pak bikin dê bi hemû hêza xwe bi hewldanên xebatkarên xwe re bi alîkariya şaredariyên navçeyan bixebitin.
 
‘DÊ BIGIHE PAQIJIYA KU HEQ DIKE’ 
 
Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkolê jî wiha got: “Ji bo me her kolan û taxa Amedê bi nirx e. Pêdiviya wê pê heye ku bigihe paqijiya ku heq dike. Me îro bi dilxwazî bi gel re li taxan, kolanan û hemû navçeyên me yên navendî kampanyaya paqijiyê da destpêkirin.”
 
‘ÇANDA ME GIRÎNGIYÊ DIDE PAQIJIYÊ’ 
 
Hevşaredara Bajarê Nû Safiye Akdag jî anî ziman ku gelê kurd girîngiyê dide paqijiyê û ji çandeke ku wateyê didê tên û got: “Bi kampanyaya ku me îro starta wê da divê her yek ji me li malên xwe, ji malbatên xwe û zarokên xwe re hestiyariyê bîne ziman. Amed ji bo me bajarekî girîng e, kolan û cade jî weke malên me ne, ji ber vê yekê divê em baldar bin.”
 
Piştî axaftinan kesên tev li kampanyayê bûn, li hin cade û kolanên bajêr paqijî kirin.