Jiyana li Gabarê di xetereyê de ye

ŞIRNEX - Li Gabarê ji ber kanên madenan, birîna daran û bîrên petrolê qada jiyanê tê tunekirin. Berdevkê Platforma Ekolojiyê Adnan Şenbayram anî ziman ku li cihên li petrolê digerin yek dar tenê jî nema ye û banga têkoşîna hevpar kir. 

Texrîbata ekolojîk a li navenda Şirnexê û çoltarên navçeyên wê berdewam e. Bi sala ye qadên daristanî yên herêmên Besta, Cûdî û Gabarê di bin navê “herêma ewlehiya taybet” de tên tunekirin. Di heman demê de gelek qadên qedexekirî jî bi kanên madenan tên texrîbkirin. Di salên dawî de bi hinceta hilberandina petrolê texrîbateke mezin didin xwezayê. Şirîkatiya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) li Gabarê gelek qad qul qul kiriye û xebatên sondajê dike. Ev yek jî qada jiyanê ya xezal û pezkoviyan roj bi roj tengtir dike. 
 
Berdevkê Platforma Ekolojiyê Adnan Şenbayram
 
TUNEKIRINA DARISTANAN
 
Berdevkê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Adnan Şenbayram têkildarî texrîbata xwezayê axivî. Şenbayram, anî ziman ku bi taybet jî di 4 salên dawî de gelek qad li ber rantê hatine vekirin û veguherîne qadên çoleme. Şenbayram, wiha domand: “Piştî salên 2015-2016’an, li çiyayên Cûdî û Gabarê qirkirineke mezin a daristanan heye. Êdî şewitandina daristanan di lûtkeyê de ye. Ji ber kanên komirê çiyayê Cûdî veguyeriye qulên koremişkan. Polîtîkayeke ku çiyayên Cûdî û Gabarê veguherînin çolemeyê hene.” 
 
'TENÊ YEK DAR JÎ NEMAYE’
 
Bi domdarî Şenbayram anî ziman ku piştî lêgeriyana petrolê qadên jiyanê yên gelek cureyên zindiyan ên li ber tunebûnê, teng dibe. Şenbayram, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bêguman em li dijî derxistina madenan nînin. Bo me ya girîng ew e bê ka maden bi kîjan armancê û di kîjan mercan de tên derxistin. Em li dijî wê ne ku ev yek weke talankirina xwezayê bê kirin. Dîtina bîra petrolê, meşandina xebatên wê rêbazekî hêsan nîne. Hema hema bi milyonan lîre pere tê xerckirin û zindî tên tunekirin. 6-7 meh beriya niha li ser malpera TPAO’yê têkildarî xebatên lêgeriyana petrolê vîdeo hatibûn parvekirin û weke destkeftiyek dihat nîşandan. Lê em dibînin ku li wê qadê tenê yek dar jî nema ye. Li cihên ji bo bîrên petrolê tên bikaranîn dînamît tên teqandin. Hed û hesaba zirara kanên xîz didin hawirdorê tune ye. Petrola ji Gabarê tê derxistin tenê zirarê nade wê derê. Zirarê dide kesên li dûvê din ê dinyayê jî.” 
 
BANG LI SAZIYAN KIR
 
Şenbayram, diyar kir ku Çiyayê Gabarê qada jiyanê ya xezalan û pezkoviyan e û axaftina xwe bi vê bangawaziyê bi dawî kir: “Niha gef li ser qada wan a jiyanê heye. Dê tune bibin. Divê jiyana zindiyan bê parastin û çavê wan tenê li qezencê nebe. Li şûna petrol madenên din, bila çavkaniyên enerjiyê yên alternatîf bên bikaranîn. Li şûna ku em bi temamî civakeke girêdayî petrolê bin, divê enerjiyên ku dikare xwe nû bike bên bikaranîn. Ev yek dê bike ku gelek zindî tune nebin. Banga min ji bo hemû saziyên bihestiyar ew e ku li dijî vê texrîbatê bikevin nava tevgerê. Ji bo jiyana zindiyan bidome divê em xebatan bikin. Divê em bi çavekî giştî li mijarê binêrin û jiyana zindiyan esas bigirin. Werin em bi hev re têbikoşin. Em ji bo serxistina şerê li dijî xwezayê tevnegerin.” 
 
MA / Zeynep Durgut