ENQERE - Endamê Kolektîfa Polen Ekolojiyê Umut Şener ji ber karesata Licikê hişyarî kir û anî ziman ku siyanûra li Licikê belav bûyî dibe ku mîna li Çernobîlê, rê li ber gelek bûyerên penceşêrê veke.
Di 13’ê sibatê de li madena zêr a li Licik a Erzînganê ku ji hêla fîrmaya Şîrketa Anonîm a Anadolu Goldê dihat xebitandin hezaz çêbû. Bi ser karesatê re 20 roj derbas bûn. Xebatên ji bo dîtina 9 karkerên di bin hezazê de mayîn hatine bidawîkirin. Pispor jî dibêjin ku bi milyonan tonên axa bi siyanûr zeliyaye qeraxê rûbarê li herêmê û balê dikişînin ser xetereya wê ku ev siyanûr tevî Çemê Firatê û avên binerd bibe.
Endamê Kolektîfa Polen Ekolojiyê Umut Şener hezaza li Licikê û geşedanên piştre nirxand. Şener, anî ziman ku divê eko-qirkirina li Licikê ji du hêlan ve were nirxandin û wiha got: “Ya yekemîn; weke berpirsyarên qirkirinê dewlet û îktîdarê çi kir? Ya duyemîn jî parastvanên xweza û jiyanê di vê mijarê de çi kirin? Piştî karesatê daxuyaniyên fermî yên tije derew hatin dayîn. Hatibû belgekirin ku li Hewzaya Madena Licikê fayeke derdora 400 metreyan heye û dema etûda hawirdora vê herêmê hatiye kirin (di dema avakirina hawiza siyanûrê û tesîsan de) rapor esas nehatine girtin. Ya duyemîn jî dema etûda hawirdorê ya çavkaniyên avê dihat kirin, di nexşeyê de cih negirtin û tune hatin hesibandin. Ev rewş êdî di belgeyan de cih digire. Ev yek, nêzikatiya dewlet û îktîdarê ya li hemberî tiştên qewimî nîşan dide.”
‘SEDEM NE BÊDERFETÎ LÊ NEBERPIRSYARTÎ YE’
Şener, diyar kir ku binesaziyeke teknolojiyê ya ku bikare karkerên di bin hezazê de xelas bike tune ye û wiha pê de çû: “Sedema vê jî ne bêderfetî lê nepirsyartî ye. Me ev yek di pêvajoya erdhejê de dît. Piştî eko-qirkirina li Licikê derket holê ku rêxistinên ekolojiyê yên Tirkiyeyê bertekekî baş birêxistin kirin. Gelek qadên madenê yên li Tirkiyeyê hatin teşhîrkirin.”
LI EWROPA Û AMERÎKAYÊ BIKARANÎNA SIYANÛRÊ QEDEXE YE
Şener, got ku xebatên madenvaniyê di aboriyên welatan de cihekî girîng digirin lê welatên kapîtalîst van xebatan li welatên xwe pir kêm dikin. Şener, got ku bikaranîna siyanûrê li Ewropa, Amerîka û Kanadayê qedexe ye û wiha pê de çû: “Lê li welatên mîna welatê me bêyî tevdîrek were girtin tên kirin. Ji destpêkê ve nehiştin ne TMMOB ne TBB ne jî KESK biçe Licikê. Xuyaye ku li wir sûcekî dikin û dixwazin veşêrin. Li her devera Tirkiyeyê eko-qirkirin heye. Ji bo pêşîlêgirtina vê rewşê jî tu astengiyên qanûnî nînin. Li Kurdistanê jî ev di çarçoveya şerê taybet de tê kirin. Heta niha me zêdetir li ser erdê kalekol û baregehên leşkerî di dîtin. Niha jî heman tişt li bin erdî tê kirin. Li bin erdî jî talanek heye.”
Şener, wiha bi dawî kir: “Divê rêxistinên ekolojiyê li dijî eko-qirkirina li Kurdistan û Tirkiyeyê bi pêşniyarên çareseriyê li qadan bin. Divê ji bo pêşîlêgirtina xebatên madenvaniyê em tişta ji dest tê bikin. Dê bandora karesata li Licikê bi demê re bê dîtin. Xetere heye ku çawa bi Çernobîlê re li Behra Reş bûyerên penceşêrê zêde bûne, piştî Licikê jî heman tişt biqewimin. Ji ber cihê hewzayên Dîcle û Firatê, berpirsyartiyeke taybet dikeve ser milê rêxistinên ekolojiyê yên Kurdistanê. Divê li dijî vê çareserî û polîtîkayên bibandor bên pêşxistin.”