'Rojek berê destûra înşaat Akkuyu derket'

img

MÊRSÎN - Endama NKP’a Mêrsînê û Seroka Odeya Bijîşkên Mêrsînê ya berê Dr. Ful Ugurhan, diyar kir ku nukleer  jiyana hemû zindiyan dixe rîskê û wiha got: “Rojek berê destûra înşaata santrale dan. Bi nûkleerê re dê zarokên astengdar û seqez xwedê bidin.”

Bertekên li dijî esas danîna Santrala Nukleerê ya Akkuyî didomin. Lê ligel vê yekê jî înşaata santrala nûkleerê berdewam dike. Endama NKP’a Mêrsînê û Seroka Odeya Bijîşkên Mêrsînê ya berê Dr. Ful Ugurhan, diyar kir ku avakirina santralê dê bandorek mezin li ser jiyana zindiyan û xwezayê bike.
 
Ugurhan, anî ziman ku rojek berî destûra înşaata Santralê hat dayîn û wiha got: “Piştî hatina Serokê Dewleta Rûsya Putîn a Tirkiyeyê diyar bû û şûn de destûra înşaatê hat dayîn û merasîma esas evêtin pêk hat. Li dijî avakirina santralê dê têkoşîna me berdewa bike. Santral dê radyasyonê belavî derdor bike. Di qezayek biçûk de jî dê rîskên mezin derbikevin holê. Bermahiyên wê bi mîlyonan sal dê tune nebin û dê zirarek mezin bide xweza û derdorê. Ji ber vê di çikirina  santrala nûkleerê de israr kirin, ne aqilaneye. “
 
‘DI VIR DE QEZENCA LOBIYA NÛKLEERÊ HEYE’
 
Ugurhan, da zanîn êdî serdema nûkleeran bi dawî bûye û wiha bilêv kir: “Lê di vê sektorê de lobiyek heye, ev lobî dixwaze ji vê derê qezencê bi dest bixwe. Bermahiyên santrolê talokeyên mezin dide avakirin. Fikara me ya herî mezin ewe ku Akkuyu bikin depoya bermahiyên nûkleerê.  Ji ber ku kesek wê derê bi kontrol nake. Li ser axa xwe em ji bo welateke din santralan ava dikin. Me axa xwe daye wan. Bandora Nûkleerê em ji Çernobîl û Fukuşîmayê baş dizanin. Ger rewşek winsan li Akkuyu rû dibe, dê bandora wê heya  Antalyayê jî biçe.”
 
Ugurhan, da zanîn ku dê radyasyona nûkleerê zirarek mezin bide û wiha bi dawî kir: “Hemû hucreyên tovan zirar bibînin. Dê zarokên astengdar û seqet xwedê bidin. Ji ber vê dê ji bo nivşên were tiştek nemîne. Bi vî awayî dê dawiya cîhanê bînin. Em niha di pêvajoyek wiha de dijîn. Li dijî nûkleerê heya ji me tê em dengên xwe derbixwin û bilind bikin.
 
MA / Hacî Yusuf Topaloglu