Prof. Dr. Ustun: Akkuyu ji bo hemû kesan mirin e

img
STENBOL – Berdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Prof. Dr. Beyza Ustun, li dijî avakirina Santrala Nukleerê ya li Akkuyu tê avakirin bertekên xwe anîn ziman û wiha got: “Ev santral piştî dest bi xebatê bike ji bo me mirin dest pê dike. Santral ji bo her kesî mirin e." 
 
Bertek û nerazîbûnên li dijî avakirina Santrala Nukleerê ya Akkuyu berdewam dike. Berdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Prof. Dr. Beyza Ustun, diyar kir ku şerê li dijî ekolojiyê di 2015’an bi şewata li çiyayê Cûdî dest pê kiriye û wiha got: "Şewata li çiyayê Cûdî ne tesadifî û ji rêzê ye. Di sala 2015’an de li çiyayê Cudî şerê li dijî ekolojiyê dest pê kiriye. Piştre li Pirsûsê komkujî çê bû. Di heman rojê de li herêma ku Santrala Nukleerê ya Akkuyu  bê avakirin şewat derket. Şewatên ku deketin ne tesadifî ne. Îktîdra bi armanca li dijî krîza Kapitalizmê ji ktîza xwe derkeve. kansepta şer dimeşîne. 
 
Santral dê zerarek gelek mezin bide xweza û mirovan. Em baş dizanin ku hilberîna li vê santralê pêş bikeve dê piştgiriyê bide şer. Dê xizmeta şer bike. Êdî dê li vir bermahiyên santralên nukleer li vir kom bibin. Ji bo vê yekê dê qadan diyar bikin. Dê van berahiyan bavêjin nava derya û golan. Yanî bi kurtasî dê hemû qadên xwezayê û xwezayî dê bibin sergoyê bermahiyên nukleerê. Em dê der barê vê yekê de dozê vekin. Em dê heta dawi li dijî vê yekê derkevin. Em dê li dijî vê komkujiya xwezayê derkevin. Di bûyera Çernobil ne tenê Rusya em jî hêj zerara wê dibînin. Divê hemû cîhan vê yekê jibo xwe esas bigire. Santralên nukleer dê zerarê bidin hemû mirovan û xwezayê. Divê her kes li dijî vê yekê dengê xwe bilind bikin. 
 
MA / Muhammet Dogru