Berxwedana gundiyan di roja 3’yemîn de ye

img
MÛGLA - Çalakiya nobetê ya ji aliyê gundiyên ku rêya diçe kargeha çîmentoyê ya li Muglayê hatibû çêkirin girtin ve hat destpêkirin, di roja 3’yemîn de berdewam dike. 
 
Çalakiya nobetê ya ji aliyê gundiyên ku rêya ku diçe kargeha çîmentoyê ya li gundên Deştîn û Bayir ên Muglayê hatibû destpêkirin, di roja 3’yemîn de berdewam dike. Gundiyên ku heta serê sibê li qada nobetê li ber agirê vêxistî man, bi şev dirûşmeyên “Dest nede av, hewa û axa min” , “Şîrketa çîmentoyê derkeve ji vê derê”. 
 
Her wiha gundiyan duh bi şev nehişt TIR’a ku qazana klinker û firin tê de bû biçe kargehê. Encama berxwedana gundiyan bêyî ku TIR biçe kargehê vegeriya. 
 
‘EM DESTÛRÊ NADIN DERBASBÛNA WESAYÎTAN’
 
Endamê Platforma Derdorê ya Deştînê Halûk Ozsoy ê li qada nobetê axivî, anî ziman ku di 35 saetan de TIR’a ku qazana klinker û firin tê de bû sekinandin û bi fîrmayê paş ve gav dan avêtin. Ozsoy, da zanîn ku destûrê nadin wesayîtên kargehê derbas bibin û herkes vexwend ku pişgiriyê bidin çalakiya wan.