'Ji bo pêşerojek xweş em destûr nadin Nukleerê'

img

MÊRSÎN – Endamên Platforma Dijberî Santrala Nukleer (NKP), li dijî avêtina bingeha Nukleerê bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku tevî hemû nerazîbûnên wan dîsa bingeha santralê hat avêtin. Endamên NKP'ê wiha gotin: "Em ji bo pêşerojek xweş diyarî xweza û welatê xwe bikin em destûr nadin santralên nukleerê." 

Tirkiye û Rûsya di pêşengiya Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan û Serokê Rûsya Pûtîn de di 3'ê Nîsanê de bingeha Santralên Nukleerê avêtin. Li hemberî vê yekê nerazîbûn û bertek zêde dibin. Endamên Platforma Dijberên Santralên Nukleerê (NKP), bertek nîşanî avêtina bingeha Santralên Nukleerê ya li Akkuyu dan û diyar kirin ku tevî hemû nerazîbûn û bertekan dîsa bingeh hatiye avêtin. Endamên Platformê (NKP) bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew destûr nadin vê yekê. 
 
Endamê NKP'ê Ozan Aliş, diyar kir ku nukleer hem zerarê dide xwezayê û hem jî zerarê dide mirovan û wiha got: "Ev proje zerarê dide mirovan û xwezayê. Ji ber vê yekê em dê heta dawî li dijî vê projeyê bin. Em wêrojê ji bo xweza, sewal, giha û mirovan biparêzin em ketin rêya Akkuyu. Em 8 saetan bi rêve biçûn. Em rastî astengiya polîsan hatin. Polîs û leşkeran em 9 caran rawestandin. Em li her nokteyê rastî lêgerîna GBT'ê hatin. Lê me gav paşve navêt û em çûn. Em destûr nadin ku santralên nukleer bên avakirin. Me bi meşa xwe ya Taşucu nîşan da ku em destûr nadin li Akkuyu santralê ava bikin. Têkoşîna me ya li dijî santralan dê bidome. Ji bo em pêşerojek xweş diyarî welatê xwe û xwezayê bikin em destûr nadin santralên Nukleerê." 
 
'PÊDIVÎ BI PROJEYÊN XWEZAYÊ BIPARÊZIN HEYE' 
 
Endamê NKP'ê Alî Musa Toyboga jî anî ziman ku tevî hemû bertekên wan dîsa dixwazin Santralên Nukleer bên avakirin û wiha got: "Dê rîska erdhejê zêde bike û hevsengiya xwezayê xera bike. Mijara herî krîtik jî dê bermahiyên nukleerê li ku depo bikin. Gelek welat dest ji enerjiya nukleer vedigerin. Lê Tirikye nu dest bi vê enerjiyê dikin. Her çend pêdiviya Tirkiye bi vê enerjiyê tune ye jî dîsa bingeha vê yekê hat avêtin. Ev proje dê bêtir zerarê bide tenduristî û qadên xweza û jiyanê. Dê bêtir xwezayê talan û wêran bike." 
 
Endamê NKP'ê Îbrahim Cengiz jî anî ziman ku ji bo ew bertekên xwe bînin ziman tevî hemû astengiyan heta Taşucu meşiyan û wiha got: "Piştî ev proje têkeve meriyetê ji bexdenûsê (maydanos) heta tûyê dê hemû berhemên çandiniyê bi radyasyon be. Ev yek dê tenduristiya mirovan têxe talûkeyê. Dê qadên jiyanê tune bibe."