Li dijî talankirina xwezayê Yekîtiya Ekolojiyê

img

STENBOL - Yekîtiya Ekolojiyê bi armanca li dijî sermayedarên ku xwezayê talan û wêran dikin, xwe bi rêxistin kirin û di 26'ê Adarê de yekîtiya xwe îlan kirin. Mîmarê Yekîtiya Ekolojiyê û Rojnameger Ozer Akdemîr, diyar kir ku şîrketên sermayedar bi piştgiriya îktîdarê xwezayê talan dikin. 

Li Tirkiye gelek warên xwezayî û bihiştên xwezayî yek bi yek ji ber HES û fabrîqeyên tên avakirin tune dibin. Xweza, dar ber, zozan, gelî, çem, rûbar, zinar, çiya û deşt yek bi yek tê talankirin û pêşkêşî sermayedaran tê kirin. Bi taybetî bendavên HES’ê yên li ser çem û rûbaran tên avakirin, hevsengiya avhewayê û xwezayê xera dike. Bi sedan cureyên nebat û zindiyan tune dike. Li dijî vê yekê gelek dildarên ekolojiyê ekolojîst kom bûn û di 26'ê Adarê de Yekîtiya Ekolojiyê ava kirin. Dildarên Yekîtiya Ekolojiyê, bi armanca xwezayê biparêzin û li dijî talankirin û wêrankirina xwezayê têkoşînê pêş bixin dest bi xebatan kirin. Beriya Yekîtiya Ekolojiyê ava bikin Li Navçeya Bergama ya Îzmirê di 11-12'ê mijdara 2017’an de ekolojîst li hev kom bûn. Civîna duyemîn a ekolojîstan ku nêzî 40 rêxistinên derdor û ekolojiyê beşdar bûn di 26'ê Adarê de li Eskişehirê pêk hat. Di vê civîna li Eskişehirê pêk hat de Koordînasyona Yekîtiya Ekolojiyê ya nûnerên 17 rêxistinan cih digire ava kirin. Yek ji mîmarê vê Yekîtiya Ekolojiyê Rojnameger Ozer Akdemîr e. Akdemîr, der barê xebatên Yekîtiya Ekolojiyê û projeyê wê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
SERMAYE ÎKTÎDARÊ DIDE PIŞTA XWE Û TALAN DIKE
 
Akdemîr, anî ziman ku wan gava ewil a Yekîtiya Ekolojiyê di 11-12'ê Mijdarê de li Bergamayê avêt û wiha got: "11 rêxistinên ekolojiyê yên li gelek herêmên welat çalak xebat dikirin kom bûn. Di hemû qadên jiyanê de erîşên li ser xwezayê gelek zêde dibûn û dibin. Şîrketên sermayedar bi piştgiriya îktîdarê talan û wêran dikin. Îktîdarê dide pişta xwe û xwezayê talan dike. Hiqûq hatiye binpêkirin. Hemû dozên ku hatine qezençkirin piştre bi hevkariya îktidarê tên betalkirin. Hemû çalakiyên me rastî êrîşan tên. Heta niha hat dîtin ku têkoşîna herêmî tenê têr nake û encam nastîne. Li dijî vê talankirina sermayeyê yên ku bi piştgiriya îktîdarê çalakiyên herêmî bi tenê encam nastînin. Ji bo vê yekê pêdivî bi têkoşina hevpar û bi rêxistin heye. Li ser ve yekê em axivîn û me niqaş meşandin." 
 
BI YEKÎTIYÊ PIXTEVANIYA RÊXISTINÊN EKOLOJIYÊ PÊŞ KET
 
Akedmîr, anî ziman ku di hevditina Eskîşehîrê ku Yekîtiya Ekolojiyê avakirin de armanca wan ew bû li herênan xwe bi rêxistin bikin û wiha got: "Bi vê yekîtiyê têkoşîna hevpar a rêxistinên herêmî pêş ket. Dîsa bi vê yekîtiyê piştevanî û ragihandina hevpar pêş ket. Bi vê yekê hemû rêxistinên herêmi ku têkoşîn û parastina ekolojiyê dikin di bin baneya yekîtiyê de kom bûn. Yekîtiya Ekolojiyê, ji dewlet, tevgerên siyasî, tevger, partî û komeleyên cuda serbixwe xwe bi rêxistin dike û parastina ekolojiyê dike. Li ser esasê parastina ekolojiyê yekîtiya rêxistinên ekolojiyê ava dike û bi rêxistin dike. Yekîtiya Ekolojiyê xwe wekî dij-kapitalist pênase kir. Tekoşîna wê jî têkoşînke siyasî ye. Debara xwe ji fonan pêşwazî dike. 
 
DIVÊ YEKÎTIYA EKOLOJIYÊ SERXWEBÛNA XWE AVA BIKE
 
Têkoşîna ekolojiyê yek ji perçeyê têkoşîna çînî ye. Ji têkoşîna ked, demokrasî, aştî û mafên ekolojik ne serbixwe ye. Di bernameya wê de piştevanî û şêwirmendiya bi tekoşîna ked, demokrasî û aştiyê re heye. Niha şertê sereke rêxistinbûna serbixwe ye. Berî her tişti divê Yekîtiya Ekolojiyê serxwebûna rêxistinbûna xwe ava bike. 
 
KOORDÎNASYONA JI NÛNERÊN 17 REXISTINAN HAT AVAKIRIN
 
Akdemîr, da zanîn ku Yekîtiya Ekolojiyê piştî civîna li Eskişehirê ji nûnerê 17 rêxistinan koordinasyon ava kir û wiha got: "Lê hêj vê koordînasyonê civin pêk neaniye û avabûna xwe ranegihandiye. Ez bi sifata Endamê Lijneya Rêveberiya EGEÇEP'ê cih digirim. Ez bawer dikim ku her çend tabloyek neyînî hebe jî hêz û tecrûbeyên ku ekolojiyê ji vê rewşê rizgar bike heye." 
 
MA / Yusuf Gursucu